Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Amedê lêpirsîna ku ji bo 20 jê rojnamegeran 22 kesan dikir, bidawî kiriye.
Serdozgeriyê piştî girtina 22 kesan bi 9 meh û 10 rojan îdianame amade kiriye.
Di 8ê Hezîrana 2022yan de polîsan 16 rojnameger û medyakar desteser kiribûn. Piştî pêvajoya desteserkirinê, ev 16 kes di 16ê Hezîranê de hatibûn girtin.
Lêpirsîn ji bo 20 jê rojnameger 22 kesan hatibû kirin. Di nava wan de aşpêjek û kesekî/e ku rojnamegeran hevpeyvîn pê re kiriye jî hebû.
Dozgeriyê îdianame şandiye Dadgeha 4an a Amedê ya Cezayê Giran. Ji ber ku di lêpirsînê de biryara nepenitiyê heye hûrgiliyên îdianameyê niha nayên zanîn. Dadgeh di nava 15 rojan de wê biryarê bide ku îdianameyê qebûl bike yan na.
Ger qebûl bike, wê heyeta dadgehê rewşa girtîtiyê ya rojnamegeran binirxîne.
Çi bûbû?
Polîsan di 8ê Hezîrana 2022yê de bi ser mal û saziyên medyayê ve girtibûn û 20 jê rojnameger 22 kes desteser kiribûn.
Du caran dema desteserkirinê ya 22 kesan dirêj kiribûn û ew di 15ê Hezîranê de biribûn edliyeyê.
Rojnamegeran heta 16ê Hezîranê îfade dabûn dozgeriyê û di 16ê sibehê de, 16 rojnameger bi tohmeta ku "endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin. Rojnameger biribûn Girtîgeha Tîpa Dyê û Girtîgeha Jinan a Amedê.
Di dema îfadegirtinê de dozgerî, bername, nûçeyên ku çêkirine, çavkaniyên wan ên nûçeyan û axavtinên wan ên bi rêya telefonan ên bi çavkaniyên wan er ji wan pirsî bû. Kompûter, kamera, sîstemên deng û ronahiyê, hard dîskên ku ji komputerên montajê hatine derxistin, pirtûk, arşîvên rojnameyan û kovarên li Tirkiyeyê tên weşandin yên di dema serdegirtinan de li malan û saziyên medyayê dest danîbûn ser, weke delîlên sûcan pêşkêş kiribûn.
Rojnamegerên ku hatibûn girtin ev in: Hevserokê Komeleya Rojnamegeran ê Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWSê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWSê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin û Îhsan Ergulen. (HA/FD)