Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Konyayê lêpirsîna xwe ya li ser êrîşa nîjadperestî ya li Meramê qedandiye.
Li Merama Konyayê di encama êrîşeke nîjadperest de ji malbata Dedeogûllari 7 kes hatibûn kuştin.
Bixwîne - Qetlîama li Konyayê: 10 kesên desteserkirî hatine girtin
Di îdianameyê de dozgerî gotiye ku “ji ber bi hisên hovane û bi plankirî 7 kes kuştine” xwestiye Mehmet Altûnê 33 salî yê êrîşa nîjadperest pêk aniye, heft caran bi cezayê miebeta girankirî were cezakirin.
Her weha ji ber ku “parêzbendiya xaniyî bi awayekî xurt binpê kiriye” xwestiye ji salekê heta sê salan, “ji ber sûcê “mixalefeta li dijî qanûna hejmar 6136ê” ji salekê heta 3 salan û “bi şewitandine ziyan daye mal û milkî” jî heta 8 salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin.
Dozgerî xwestiye Y.Ç., I.K., A.Ç., L.K., A.K., V.K., A.K., R.Ç., A.K., û A.K., bersûcên din ên girtî jî, ji ber bi Mehmet Altûnî dane kirin ku “bi hisên hovane û bi plankirî 7 kesan bikuje” her yek ji wan 7 caran bi cezayê miebeta girankirî û ji ber bi Mehmet Altûnî dane kirin ku “bi şewitîne ziyanê bide mal û milkî” jî her yek ji wan heta 8 salan bi cezayê girtîgehê werin cezakirin.
Bixwîne-Li Konyayê êrişa nijadperest: 7 kes qetilkirine
Bixwîne-Sancar: Berpirsiyarê sereke yê vê komkujiya hov desthilat e
Bixwîne - Qetlîama li Qonyayê: Hejmara desteserkiriyan bûye 14
Bixwîne - Demîrtaş: Em xwe bispêrin wijdana hevpar ne hêrsê
Sê bersûc tehliye bûne
Duh (20ê Çiriya Pêşiyê) I.A. bavê Mehmet Altûnî, I.A, dêya wî û Z.A. hevjîna wî, bi îdiaya ku gûmana xurt a sûckirinê ji holê rabûye, tehliye bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotaya, Abdûrrahman Karabûlût, parêzerê malbata Dedeogûllari gotiye ku wan fam nekiriye bê ka ew çima tehliye bûne.
Her weha Karabûlûtî diyer kiriye ku ew bi dozgerî re axiviye û ji wî re gotiye wê di nava du rojan de îdianame amade bibe lê piştî vî axavtinê bi nîv saetê îdianame daye Ajansa Anadolûyê.
Çi bûbû?
Di 30ê Tîrmehê de li Taxa Hasankoyê ya Meramê, navçeya Konyayê êrîşkaran bi çekan êrîşî mala Dedeoglûyî kiribû, heft kesên li malê bûn, kuştibûn. Paşê jî agir bera malê dabûn û reviya bûn.
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê polîs û tîmên agirkujiyê çûbûn malê. Piştî agir hatibû vemirandin cesedê Yaşar Dedeoglû, Bariş Dedeoglû, Serpîl Dedeoglû, Serap Dedeoglû, Îpek Dedeoğû, Metîn Dedeoglû û Sîbel Dedeoglû hatibû dîtin.
Di 12ê Gulanê de komeke nêzîkî 60 kesan êrîşî malbata Dedeoglû kiribû ku 24 sal in li heman taxê dijîn. Koma nîjadperest di dema êrîşê de gotibûn "Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn " û 7 kes ji malbatê bi giranî birîndar kiribûn. Piştî êrîşê 7 kes hatibûn desteserkirin lê 5 ji wan serbest bûbûn. (DŞ/FD)