*Êvara 22ê Sibatê li navçeya Defne ya Hatayê erdhejek pêk hat. Fotograf: Vedat Örüç
Di 6ê Sibatê de erdhejên li Mereşê bi lerza 7,7 û 7,6'an pêk hatin xisar li mala Alî Gumuşkayayî kir. Rayedaran ji bo avahiya ku Gumuşkaya li rûdinê, raporek amade kirin û gotin ku ev avahî saxlem e. Lê ji ber nerazîbûnan raporeke din amade kirin û vê carê gotin, ziyaneke mezin li avahiyê bûye.
Alî Gumuşkaya rewşa xwe bi van gotinan got: “Piştî erdhejê bi 10 rojan hatin avahî kontrol kirin û gotin, hinekî zirar dîtiye û çûn. Mirov li avahiyê bi cih bûn, û di roja 19an de dema ku di encama îtîrazên me de vegeriyan û kontrol kirin. Vê carê gotin ku avahî xirab bûye û ji me xwestin ku em valabikin. Ma tişteki halo di be? Ger mirov di avahiyê de bûna û ew avahî hilweşiya, we yê hesab ji kê bixwesta?”
Rewşa Alî Gumuşkayayî û mexdûrên din ên erdhejê, bal kişand li ser lêkolînên ji bo diyarkirina ziyanên li herêma erdhejê pêk hatine.
Li Hatayê mexdûrên erdhejê îdia dikin ku pisporên kontrola avahiyan dikin, vî karî bi baldarî nakin. Ji ber vê yekê ew li kolanan dimînin.
Endezyarên avahiyan kontrol dikin, îdia dikin ku Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Îklîmê zextan li wan dikin û ji wan dixwazin kontrolên xwe bi lez û bez bikin.
Komek endezyarên dilxwaz ji Konyayê hatine Hatayê û liv ir ziyanên gîhaştine avaniyan diyar dikin. Endazyarên navborî gotin ku rayedar zextan li wan dikin û ji wan dixwazin avahiyên ziyanên mezin û navîn lê bûne, weke avahiyên kêmziyan nişan bidin. Van endazyaran bi bianetê re axivîn û gotin ku xwediyên avahiyan û miteahît telefonî wan dikin û gefan li wan dixwin.
Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê, piştî erdhejê ziyan tên tespîtkirin
“Naxwazin em di raporên xwe di bibêjin ziyanên mezin hene"
Abdullah Musevîtoğlu endazyarekî dilxwaz e û li Hatayê beşdarî nav xebatên diyarkirina ziyanan dibe. Wî got ku karê kontrolkirina ziyanê ne di nav şert û mercên ewle de pêk tê. Bi gotina Mûsevîtoğluyî, ev xebat bin zextan de tên kirin û rayedarên Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Îklîmê wan neçar dikin ku bilez tevbigerin:
“Em niha li Hatayê dixebitin. Em komên ji du kesan pêk tên ava dikin û em li taxên diyarkirî ziyana li avahiyên hilneweşiyane diyar dikin. Li her taxekê 300 an 400 avahî hene. Bi gotineke din, ji bo her kesekî bi navencî 150 avahî bên diyarkirin. Di encama çavdêriyê de raporên tesbîtkirina ziyanê tên amadekirin. Em tenê qatên erd û jêrzemîna avahiyan kontrol dikin. Bi gotineke din, em beşên ku erdhejê bandor lê kiriye û pergala avahîsaziyê ya ragir yên zor lê hatine kontrol dikin. Ger ziyan li pergalên bargiran, ango stûn û beştan nebûbe, ger ji paş ve neşikestibin an jî li hêlên jorîn ziyan nebin, em dibêjin: 'Niştecih dikarin bikevin vê hundir.' Lêbelê, heke ziyan li beşa hilgir a avahiyê bûbe, em dibêjin ziyaneke mezin li vê avahiyê bûye. Û em dibêjin bila ev avahî bê hilweşandin. Lê rayedarên wezaretê me hişyar dikin ku em bi lez û bez tevbigerin û heta ji destê me tê raporên ziyanên giran li avahiyan bûne, nenivîsin. Ji ber hin hevalên me ji hin avahiyan re rapor amade kirin û gotin, ziyaneke mezin gihîştiye wan, Wezaretê ew kirin lêpirsînê. Heke em endezyar bizanibin avahiyek dikare bi xurtkirinê were rizgarkirin, em ji xwe di rapora xwe di dibêjin, ziyaneke biçûk lê bûye. Lê bi giştî rayedar dibêjin me di dudiliyê de nehêlin û di raporê xwe de avahiyan weke ziyaneke mezin dîtiye, yan jî ziyaneke navcîn dîtiye nenivîsin.”
"Xwediyên avahiyan û miteahît gefan li me dixwin"
Endezyarê dilxwaz F. T.yî jî got ku xwediyên hin avahiyan û miteahîtên wan telefonî wan kirine û gef li wan xwarine. Ji ber ku wan di raporên xwe de ji bo avahiyên wan gotine, ziyaneke mezin li wan bûye. Li gorî îdiaya F. T.yî rayedarên Wezaretê jimareyên telefonên wan didin xwediyên avahiyan û miteahîtan:
“Hin avahiyên ku me di raporên xwe de ji bo wan gotiye ziyaneke mezin gîhiştiye wan, xwedî wan an jî miteahîtên wan telefonî me dikin û gefan li me dixwin. Ji me re dibêjin, 'we çima di rapora xwe de gotiye ziyaneke mezin lê bûye?’ û lêpirsîna me dikin. Em ne mecbûr in ji wan re tiştekî bibêjin. Ji xwe Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê tenê dizane ku me li kîjan avahiyê çi rapor nivîsiye. Xuyaye ew jimareyên me me parve dikin. Ew bi çi heqî jimareyên me bi van kesan re parve dikin? Ji ber vê yekê em nikarin karê xwe bi rêk û pêk bimeşînin. Ji ber vê sedemê gelek hevalên me neçar man û dest ji karê xwe berdan û vegerin malên xwe.”
"Beriya erdhejê nehatine kontrolkirin"
Piştî erdhejên 6ê Sibatê yek ji wan avahiyên ku jê re gotin ziyaneke biçûk lê bûye avahiya 7 qatî ya Zanîngeha Mustafa Kemalî bû. Ev avahî li navçeya Antakyayê ya Hatayê ye. Dem adi 20ê Sibatê de li navçeya Defneyê ya Hatayê bi pileya 6,4 û 5,8an du erdhej li pey hev çêbûn, ev avahiya navborî hilweşiya. Ji avahiyê tenê derenceya hewarê saxlem ma. Parêzer Tugay Begî ewil rewşa vê avahiyê anîbû ziman.
Begî got, bawerî bi wan nirxandinan nayê ku di encama çavdêrî û destpelkê de tên kirin:“Mirov dibîne ku kontrolên diyarkirina ziyanê, bi awayekî serkî têne kirin. Ji ber vê yekê baweriya mirovan bi raporên nirxandina ziyanê nayê û nakevin avahiyan. Yan ji derve fotografan digirin an jî dikevin hundirên avahiyan û bi destan an jî bi çakûşan avahî tên kontrolkirin. Bi gotineke din, bêyî alavên teknîkî, bêyî personelên perwerdekirî kontrolan dikin. Lêbelê, bêtir rê û rêbazên zanistî hene. Bi van rêbazan mirov dikare diyar bikin ku ji ber erdhejê heta çi radeyê avahiyan ziyan dîtine. Bi gotineke din, hewce ye ku li ser prensîbeke bibandortir lêkolînên berfireh bêne kirin. Lê li vir her tişt bi rêya îdiayan tên ziman. Ji ber ku em xwe wisa dikin. Avahiya lojmanê mînaka vê yekê ye. Akademîsyenên li avahiyê diman, ji ber ku baweriya wan bi wan raporan nedihat, neketin avahiyê. Li gorî agahiyên ku ketine destê me 17 malbat li vê avahiyê diman. Dema avahî hilweşiya, ger hemû malbat li wir bûna, dibe ku gelek kesên din bimirana. Li Antakyayê jixwe travmayek mezin heye. Ez wisa difikirim ku ji ber dewlet van raporên bi şik û guman dide xelkê Antakyayê, yan jî kesên ku li herêmên din ên erdhejê dijîn dê ji dewletê bawer bikin û têkevin avahiyan û vegerin jiyana xwe ya asayî, wê rewş zehmettir bibe."
Dîmenê hundir ê avahiya Fehime Çınarê. Hatay, İskenderun
"Dixwazin em têkevin avahiyê, avahî bi ser me de hilweşe"
Li navçeya Îskenderûna Hatayê avahiya ku Fehime Çınar lê dima, di erdhejê de xisar dît. Çinar û malbata wê neçar man ku avahiyê vala bikin. Çinarê îdia kir ku rayedaran avahî ji derve kontrol kirine û ji bo avahiyê di raporê de gotine, "dikarin lê bimînin." Çinarê diyar kir ku ji ber vê yekê wê konê ku AFADê dabû paşve girt û bi dayîna raporê re, jiyana wan ketiye xetereyê: “Endezyar, erdnas, her kesê ku dizane û nizane anîne û avahiyan kontrol kirine. Avahiyên ku bûne sedema mirina gelek kesan hê jî nayên kontrolkirin. Ev 20 roj in ez dibêjim, qata yekem hilweşiya. Lê tên û li derve dinêrin, dibêjin hûn dikarin têkevinê û diçin. Hîna jî erd diheje, her saet diheje. Du stûn li qata jêrîn hilweşiyan. Dixwazin em têkevin avahiyê, avahî bi ser me de hilweşe. Ji ber ku dewlet tiştekî nake, vî karî paşguh dike. Belê, 10 sal jî derbas bibe ez nakevim vê avahiyê. Me pere xerc kir, me tiştên xwe ji avahiyê derxistin, em ê herin avahiyek saxlem.”
Li Hatayê hin mexdûrên erdhejê hewl didin tiştên xwe ji malên ku zirareke mezin dîtine derxin. Hatay, Defne
Ziyan çawa tê diyarkirin?
Endezyar Abdullah Musevitoğluyî bal kişand li ser wê yekê ku lêkolînên ew li avahiyan dikin ne testên ji bo diyarkirina erdhejê ne, lê analîzên diyarkirina xisarêne. Müsevitoğlu got ku mirov bi raporên diyarkirina ziyanan bawer dibin û dikevin malên xwe lê ev xeternak e. Musevitoğluyî destnîşan kir ku,divê hîn bêhtir rêbazên zanistî bên bikaranîn: “Endezyarên ku projeyên avahiyan betonarme-statîk hildigirin, divê kontrol bikin ka avahî di sala çêkirinê de li gorî taybetmendiyên teknîkî û rêziknameyan hatine çêkirin an na. Divê li girêdanîn stûn û beştan binerin ka zencîreyên hesinî yên avahiyan wekî projeyê ne an na. Nimûneyên betonê (karot) divê di laboratuarek ku ji hêla Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ve hatî pejirandin de bêne analîzkirin. Divê bi wan şîrketan re kar bikin ku di odeyên pîşeyî de hatine tomar kirin de û di gelek wana de pispor in. Û piştî ku rapora dawî ya tirûşdariyê ya avahiyan bidin xwediyên xaniyan, divê di encama raporan de destûrê bidin ku mirov bikevin avahiyan.” (VÖ/FD)
*Fotograf: Vedat Örüç