Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ibrahîm Kalin, Berdevkê Serokomariyê têkildarî operasyona bejayî ya ji bo Bakûr Rojhilatê Sûrîyeyê axiviye.
Ibrahîm Kalin beşdarî weşana zindî ya A Haberê bûye û gotiye: “Dibe ku sibe, hefteya bê an go her kêliyekê were destpêkirin. Dibe ku operasyon bi awayên cûda bêne kirin. "Ev operasyon dikarin di her kêliyê de bêne kirin,"
“Li hemberî gefên li ser Tirkiyê, Tirkiye her tim amade ye û dem bi dem operasyon berdewam dikin. Ji niha û pê ve dema ku gefên bi vî rengî tê kirin, dem, cih û çarçoveya van operasyonan ji aliyê Tirkiyê ve tê diyarkirin û di çarçoveya pêşengtiya me de tê meşandin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Ibrahîm Kalin destnîşan kiriye û gotiye, “Em wek dewleteke berpirsyar helbet operasyonên wiha dinirxînin û bi hevalbendên xwe û welatên cîran re diaxivin. Tiştekî wisa nîne ku pêşî em agahiyê bidin kesekî û li ti kesî destûrê werbigrin. Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên ewlehiyê destûrê ji ti kesî wernagire û hesabê nade ti kesî jî.”
Kalin diyar kiriye ku me ti deman leşkerên Amerîka û Rûsyayê yan jî leşkerên welatên din nekiriye armanc û gotiye, “ji xwe armanca me xuya ye.”
Derbarê hêzên HSDê de Ibrahîm Kalin ragihandiye û weha pêde çûye, “Hinek caran dibêjin endamên PYD/YPG tenê wek erkê hevahengiya bi Amerîkayê re li wê derê ne, Nexêr. PYD/YPG rêxistineke wiha ye ku li gor berjewendiyên xwe li gel Amerîka, Rûsya û rejîmê di dema hewce de kar dike. Herwiha bi welatên din re jî kar dike. Em wê mijarê ji Amerîkî û Rûsan re jî dibêjin.”
Pêşniyara 30 kîlometreyan ji DYAyê nehatiye”
Kalin qebûl nekiriye ku Amerîkayê pêşniyar kiribe hêzên wan bi kûrahiya 30 kîlometreyan li ser sînor bicih bibin û diyar kiriye, li gor Peymana 2019an divê hêzên YPGê ji sînor dûr bin, lê ji ber ku wan ew merc pêk neanî me di vê çarçoveyê de operasyonên xwe pêk anîn.”
Kalin derbarê wê hevdîtin navbera Erdogan û Esed de çêbibe an na de jî gotiye, “Di asta istixbaratê de hevdîtinên me li gel Sûriyeyê berdewam in. Ev erkê istixbarayê ye, ev rewş li Misir û Iraqê û çend cihên din tê şopandin. Mijarên weke lêdana PKKê û bicihbûna hêzên rejîmê, istixbarat li ser wan dixebite.”(SD/AY)