Îbrahîm Kalin ji bo komisyona ku wê li Meclîsê bê avakirin dê serdana partiyên siyasî bike
Kalin dê bi serokên kom û cîgirên serokên komê partiyên ku li Meclîsê koma wan hene re bicive. Di vê çarçoveyê de Kalin dê serdana AKP, CHP, DEM Partî, MHP, İYİ Partiyê û Partiya Yeni Yolê bike.
Piştî biryara danîna çekan a PKKê, li Meclîsê avakirina komîsyonekê di rojevê de ye. Amadekariyên ji bo pêvajoyê li ber qedandinê ne.
Li gorî agahiyên ku AAyê belav kirine, tê payîn ku Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin wê sibê li Meclisê dest bi serdanan bike û partîyên siyasî derbarê komîsyonê de agahdar bike.
Kalin dê bi serokên kom û cîgirên serokên komê partiyên ku li Meclîsê koma wan hene re bicive. Di vê çarçoveyê de Kalin dê serdana AKP, CHP, DEM, MHP, İYİ Partiyê û Partiya Yeni Yolê bike.
Şandeya DEM Partiyê: Ji bo ‘pêvajoyê’ dê komîsyona Meclîsê ava bibe
26 Hezîran 2025
Duran Kalkan: Ger komîsyon gav biavêje em ê zêdetir bersivê bidin
18 Tîrmeh 2025
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.