Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevserokê Gerînendetîya Weşana Gîştî ya Ozgur Gundemê ( rojnameya ku hatibû girtin) Huseyîn Akyol hatiye girtin û ji bo girtîgehê hatiye birin.
Hevgerînendeyê giştî yê weşanê, rojnameya Ozgur Gundemê Çirîya pêşîn ya 2016an da bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnan de (KHK) hatibû girtin.
Dadgehê ji bo Huseyîn Aykolî 3 sal 9 meh biryara girtîgehê dabû, rojek berê dana nîvroyê bi sûcê “propagandaya rêxistinê” ji mala xwe ya Enqerê ji bo girtîgehê hatibû birin. Piştî dadgehê Aykol ji bo Gîrtîgeha Sîncanê hatiye birin.
Huseyîn Aykol
1952an da li Salîhlîyê (navçeya Manîsayê) ji dayik bû. Piştî Koleja Îzmîrê xelas kir 3 salan liZanîngeha Enqerê di Beşa Tipê û dîsa di heman zanîngehê da 4 sal jî li Faqulteya Zanistên Civakî xwend. Beriya bûyerên 12ê Îlonê di weşanxaneya Serê da tercimanî û edîtorî kir.
Kovara Teorî û Pratîkê bi tirkî çap kir. Serdema 12ê Îlonê da nêzikê 10 sal di girtîgehê da ma dûv re dîsa vegeriya karê rojnamegerî û weşangeriyê.
Saziya rojnameya Rastiya Gel ya ku di salên 90an da hatibû weşandin de xebitî. Di rojnameyên Ozgur Ulke, Ozgur Gundem, Ozgurlukçu Demokrasî, Yenî Yaşam de jî xebatên xwe domand.
Aykolî piranî li ser edîtoriya nûçeyên jiyanê kiriye lê hîn rojnameya da karê gerînendetiya weşanên giştî kiriye, werger û berhemên wî yê mafên nivîskariyê hene.
(EKN/DD/MB)
*Dilek Durgunê ev nûçe wergerandiye