Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji ber hewildana derbeya 15ê Tîrmehê, walîyê berê yê Stenbolê Hûseyîn Avnî Mûtlû jî tê de 12 kesên walî, cihgirên waliyan û qeymiqam bi tewana ‘’endambûna rêxistina terorî’’ hatin girtin.
Li gor Ajansa Anadolûyê 8 walî, yek cihgirê waliyan û sê jî qeymiqam hatine girtin.
Mûtlû di 28ê Tîrmehê de hat desteserkirin. Ew bi wê yekê tê tawanbarkirin ku di dema ew waliyê Amedê bû de, wî nîv milyon (Lîreyên Tirkan) yên ku divîya bide zarokên belengaz wî daye dersxaneyên Fethûllah Gûlenî.
Hûseyîn Avnî Mûtlû kî ye?
Hûseyîn avnî mûtlû di dema berxwedana Gezîyê ya 2013ê de waliyê Stenbolê bû.
Li Rîzeyê hatiye dinê. Di salên 1994-1997ê de li Navçeya Silopyayê ya Şirnexê bûye qeymiqam. Di salên 1997-2002ê de li navçeya Eceabadê ya Çanakkaleyê bûye qeymiqam.
Demekê bû cihgirê waliyê Çanakkaleyê. Di salên 2003-2010ê de li navçeya Bagcilarê ya Stenbolê bûye qeymiqam. Di salên 2007-2010ê de li Amedê bûye walî. Ew di sala 2010ê de bû waliyê Stenbolê û di sala 2014ê de bû waliyê navendê. (ÇT/MB)
Wêne: AA-Stenbol