Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Waliyê Stenbolê yê berê Huseyin Avni Mutlu hat binçavkirin. Di van saetan de li mala Mutluyî jî lêgerîn tê kirin.
Mutlu piştî 15ê Tîrmehê hewldana derbekirinê ji wezîfeyê hatibû dûrxistin.
Wezareta Karên Navxweyî daxuyandibû ku wan 8 hezar û 777 karmendên xwe ji kar derxistine. Di nav 246 amirên ku ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin de Waliyê Stenbolê yê berê Huseyin Avni Mutlu jî hebû.
Mutlu dema Bexwedana Geziyê de walîyê Stenbolê bû.
Mutlu kî ye?
Li Rizeyê ji dayîk bûye.
Di navbera salên 1992-94an de li Sîlopyayê qaymeqamtî kiriye.
Di 1994-97an de li Şirnexê bûye alîkarê waliyê.
Li navçe û navenda Çanakkaleyê ewil bûye qaymeqam, dûre bûye alîkarê waliyê.
Piştî ku 2 salan bûbû Waliyê Sêrtê piştre bûye Waliyê Amedê.
Mutlu di sala 2010an de dema Waliyê Amedê bû, wî kirin Waliyê Stenbolê.
Di sala 2014an de ji walîtiya Stenbolê hat hildan û wî kişandin navenda wezaretê.
(NV/YO)