Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hûrşît Kûlterê ku ji 27ê Gulanê ve agahî jê nedihat standin îro li Kerkûkê axivî.
Hûrşît Kûlter yek ji birêvebirên Berpirsiyariya Şirnexê ya DBP(Partiya Herêman a Demokratîk) bû, wî got piştî ew hatî desteserkirin 13 rojan desteserkirî maye paşê ji jêrzemîna ew tê de hatibû desteserkirin reviyaye, 40-45 rojan di xaniyên hatî terkkirin de maye û paşê xwe gihandiye Kerkûkê.
Beşên axiftina Kûlterî yên di ANFyê de ev in:
‘’13 rojan wan ez li jêrzemîna xanîyekî hiştim. Wan îşkenceya bedenî û derûnî li min kirin. Her zordarî li min dikirin ku bibim sîxur.
‘’Ez ji jêrzemînê derketim û dema min rêyeka revê dît ez revîyam.
‘’Ez di malên vale de 40-45 rojan mam.
‘’Min nekarî xwe bigihînim malbat[a xwe] û çapemeniyê.
‘’Piştî ez hatîm vê derê min ji ti kesan re negot ka ez kî me. Dema min xwe di ewlehiyê de hest kir eve ez daxuyaniyê didim.’’
Çi bûbû?
27ê Gulanê, li ser hesabekê Twitterê yê bi navê "BÖF", wêneyê Kulterî hat belavkirin û hat nivîsîn ku Kulter hatiye desteserkirin. Tê texmînkirin ew hesab yê ‘Hêzên Taybet’ bû lê paşê ew wêne ji wî hesabî hat rakirin.
Kulterî bi peyamekê ji malbata xwe re nivîsîbû ku derdora wî hatiye dorpêçkirin û ji wan xwestibû ew ‘’heqê xwe helal bikin.’’
Walîtîya Şirnexê û Navenda Giştî ya Polîsan a Şirnexê diyar kiribûn ku Kulter ne hatiye desteserkirin.
Parlamenterên HDPyê yên Şirnexê Aycan Îrmez û Leyla Bîrlîkê li parlamentoyê ji bo wezîrê karên navxweyî, Efkan Ala bersivê bide pirsnameyek nivîsîbû.
Komeleya Mafên Mirovan 3yê Hezîranê ji bo Kulterî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû.(ÇT/MB)