Fotograf: AA
Wezareta Navxweyî ji bona qedexeya derketina derva ya li 15 bajaran ku ji saet 00.00ê 15ê Gulanê heta 19ê Gulanê saet 00.00an bê pêkanîn ji waliyan ra giştname şandiye.
Ew bajar ev in: Enqere, Balıkesir, Bursa, Eskişehir, Dîlok, Stenbol, Îzmîr, Kayseri, Kocaeli, Konya, Manisa, Sakarya, Samsun, Wan û Zonguldak.
16 û 17ê Gulanê di qedexeya derketina derva da wê markêt, dikan, fêkîfiroş, qesab û dezgehên firotina onlîne dikin girtî bin.
Li gor biryarnameyê 15ê Gulanê roja înê wê markêt, dikan û fêkîfiroş û qesab heta saet 23.00yan karê xwe bidomînin.
18 û 19ê Gulanê di qedexeya derketina derva da markêt, dikan, fêkîfiroş û qesab di navbera saet 10.00-16.00an da vekirî bin.
Li gor biryarnameyê di rojên qedexeya derketina derva da bav û dêyên ku ji hev cihê bûnin heger biryara dadgehê nîşan bidin wê bikaribin zarokên xwe bibînin. (AY/FD)