Di destpêka sala nû de şanoya kurdî balê dikişîne. Teatra Jiyana Nû, Şermola Performans, Yeni Sahne, Şanoya Bajêr a Amedê û Şanoya Mencel wê şanoyên xwe pêşkêş bikin.
Par ji ber rewşa Covid-19ê bername û xebatên çand û hunerê kêm bûn. Her çend pistî tedbîr hinekî sist bûn, konser û çend bernameyên şanoyan, çend jî yên dengbêjî/çîrokbêjiyê pêk hatibin lê bi giştî gelek kêm bûn ev cûre bername.
Di destpêka sala nû de liv û tevgerek ji bo şanoyan xuya dike. Di çend rojên derbasbûyî de Şanoya Bajêr a Amedê û Yeni Sahneya Êlihê bernameyên xwe yên meha Kanûna Paşîn aşkere kirin.
Şanoya Bajêr a Amedê wê di nava mehê de şanoyên xwe yên bi navê “Hinek Henek” û “Tartuffe” pêşkêş bike. Her weha li salona Şanoya Bajêr a Amedê wê Teatra Jiyana Nû şanoya xwe ya bi navê “Tenê Ez” û Şermola Performans jî wê ya bi navê “Mem û Zîn” bilîze.
Di nava mehê de wê Kasim Taşdogan jî konsertekê bide. Taşdogan wê di 7ê Kanûna Paşiyê de her weha li Mêrdînê derkeve ser dikê.
Yeni Sahne wê şanoya xwe ya bi navê “Serbaz” li Rihayê bilîze. Ji bilî wê “Mem û Zîn”a Şermola Performansê, şanoya bi navê “Cîmrî” jî wê li salon Yeni Sahneyê werin nîşandan. Ji bilî van şanoyan konsera Kasim Taşdogan wê pêk were û fîlm werin nîşandan.
Şanoya Mencel careke din wê deriyê xwe veke
Şanoya Mencel li Wanê kar û xebatên şanogariya kurdî dike. Ev du sal in karên xwe rawestandibûn. Piştî du sala bi destpêka sala nû re careke din wê deriyê xwe veke. Ekîbê cihê xwe nû kiriye û li bendî şanohezan e.
Mizgînîya me li we…Teatra Mencel piştî du sezonan (tam 663 roj) bi mekana xwe ya nû dîsa perdeyên xwe vedike!Em gelek keyfxweş in ku emê bi du bernamayên hêja vekirina salona xwe ya nû bikin. Me gelek bêrîya we kiriye em dizanin we jî bêrîya me kiriye. Wê demê em li benda we ne! pic.twitter.com/TARTZ9BlmD
Di dawiya sala borî de li Kerkûkê Festîvala Şanoyê pêk hatiye. Ev cara duyem e ku festîvaleke bi vî rengî li wir li dar ketiye. Di vê festîvalê de ji gelek deveran komên şanoyê yên kurdan û şanogerên kurd beşdar bhune.
Festîvalê di 5 beşan de xelat dane.
Teatra Jiyana Nû bi lîstika xwe ya “Tenê Ez” xelata Baştirîn Lîstîkvanî/ê û ya Baştirîn Sînografiyê wergirtiye. Her weha Yavûz Akkûz, şanogerê Şanoya Bajêr a Amedê bi rola xwe ya “Tartuffe” de hejayî xelata Baştirîn Lîstîkvanî hatiye dîtin. “Tartuffe” xelata Baştarîn Rejiyê û ya Baştirîn Derhênerî wergirtiye. Chawan Xelîla ji Hewlêrê beşdarî Festîvalê bûye, hêjayî Baştirîn Lîstikvanê hatiye dîtin.
Di vê navberê de mizgîniyek jî ji bo şanohezên li Stenbolê heye. Di meha Sibatê de du şanoyên bi kurdî wê li Stenbolê werin lîstin. Yek jê “Tenê Ez”a TJNyê ye yek jî “Serbaz”a Yeni Sahneyê.
Navenda Çand û Hunerê ya Golgeyê 10 salî ye
Navenda Çand û Hunerê ya Golgeyê li Esenyûrtê, navçeya Stenbolê xebatên xwe didomîne. Navend îsal wê 10 saliya xwe pîroz bike. di 6ê Sibatê de ji salvegera navendê wê bernameyek pêk were. Husnu Arkan, Mehmet Atli, Rûken Yilmaz û Gölgedekiler wê beşdarî bernameyê bibin.
— The Dance of Ali and Zîn (@govendaaliuzin) January 5, 2022
Mehmet Alî Konar derhênerê kurd par fîlmê xwe yê “Govenda Alî û Zîn” li gelek festîvalan nîşan dabû û çendîn xelat wergirtibû. Konar bi destpêka sala nû re vî filmî wê li çendîn bajaran bide nîşandan. Li Stenbolê Navenda Çandê ya Fransiziyan, li Amedê Sînemayên N-City Avmyê, li Êlihê Sînemayên Petro City Avmyê, li Mêrdînê Sînemaya Cînegold a Mardin Avmyê û li Çewligê jî Komeleya Kuluba Fotograf û Sînemayê wê were nîşandan.
Konser û klîp
Hunermend û komên muzîkê meha yekê ya sala nû bilez û bez dest bi konseran kirin.
Lawje 14ê vê mehê wê li Wanê konsertekê bide. Lawjeyê çend roj berê jî ji projeya xwe ya bi navê “LaWje yên Eviniyê” ji bo strana bi navê “Ez Dê Te Hêlim” klîpek weşand. Ebdulrehman Hacî gotinên stranê nivîsiye û Ebdulwahid Zaxoyî muzîk jê re çêkiriye.
Di vê navberê de divê ez behsa karekî din ê Alî Tekbaş, solîstê Lawjeyê bikim. Tekbaşî beriya Covid-19ê li Stenbolê dersên dengî dida. Ji ber Covid-19ê ev xebat rawestiyabû lê Tekbaşî careke din dest bi dersan kiriye. Alî Tekbaş di vê perwerdeyê de dersa rastgotina stranên kurdî, ya deng û ya teşeyên muzîkên Botan/Colemêrg/Behdînanê dide.
Orkestra MA
Orkestra MA di salên dawiyê de bi kar û barên gelekî serkeftî balê dikişîne. Endamên Orkestrayê di meha dawî ya sala borî de strana “Oy Fadikê” pêşkêş kiribû. Di şeva sersalê de jî klîpa kilama "Yar Gijlokê" ya gelerî ji Herêma Behdînanê weşandine.
Siya Şevê wê li çendîn bajaran konseran bide
Koma rocka kurdî Siya Şevê di vê mehê de wê li çar bajaran konseran pêk bîne. Amed, Êlih, Sêrt û herî dawî Stenbol e cihê ku konserên Siya Şevê wê li dar bikevin.
Stranek ji bo Malbata Şenyaşarî
Rotînda û Kasim Taşdoganî sala borî ji bo Malbata Şenyaşarî stranek weşandibû.
Xizmên Parlamenterê AKPyê yê Rihayê Îbrahîm Yildizî, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşarê kuştibûn. Kurekê wê jî hatibû girtin. Emîne Şenyaşar tevlî kurê xwe Ferît Şenyaşarî 305 roj in li ber Edliyeya Rihayê “Nobeta Edaletê” digire.
Rotînda û Kasim Taşdoganî ji bo balê bikişînin ser rewşa vê malbatê strana bi navê “Xem Neke” amade kiriye. Rotîndayhi gotin jê re nivîsiye û muzîka wê çêkiriye.
Kurt kurt
Nizamettin Arîçî bi navê “Varyasyonên ji Muzîka Kurdî” projeyek destpê kiriye. Wî dawiya sala borî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsîbû, wê du stranan pêşkêş bike. Di 1ê Kanûna Paşiyê de yek ji wan weşandiye. Arîçî strana bi navê “Esmer” a gelêrî ji nû ve şîrove kiriye.
Yunis Dasî strana Muhammed Mamlê ya “Perîşan im” ya bi soranî straye û vîdeo-klîpek weşandiye.
Şivan Perwer û Laleş Perwerê bi hev re strana bi navê “Alan Kurdî” straye.
Albûma nû ya Şehram Nazerî û Mohammed Reza Derwîşî bi navê “Zemestan” hatiye weşandin. Stranên di albûmê de bi farisî ne. (FD)
Edîtorê bianet kurdiyê ye. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamaya Birgünê, Dicle Haber...
Edîtorê bianet kurdiyê ye. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamaya Birgünê, Dicle Haber Ajansı (DİHA), Dem Tv, Rûdaw Tv û Sputnik Kurdistanê de wek nûçegîhan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye. Edîtorî û redaktoriya gelek pirtûkan kiriye. Yek ji nivîskarên “E- Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal”, “Ferhengoka Kurdî-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî” ye. Nivîseke wî ya lêkolînê di pirtûka “Haber Analizi ve Arşiv İncelemeleriyle Türkiye’de 9 Gazete” de hatiye weşandin. Li bianetê û Botan Internationalê, di Kargehên Medyaya Kurdî de dersên dîroka çapemeniya kurdî, rojnamegeriya mafparêz û hevpeyvînan daye. Pirtûkek bi navê "Guldesteyek ji Baxê Rewanê" (Sor Yay.), yek jî bi navê "Çîrokên Şêwra Ermenan" (Cervantes Yay.) derxistiye. Xwediyê Xelata Rojnamegeriyê ya Mûsa Anterî û Rojnamegerên Çapemeniya Azad (di beşa nûçeyên kurdî de) yê sala 2023yan e.
Ji Mikaîl Aslan ji bo 30 saliya hunera xwe muzîkaleke taybet: Dîdar
Yek ji hunermendê navdar ê Kurdan Mikaîl Aslan di 30 saliya hunera xwe de bi muzîkaleke taybet a bi navê "Dîdar" derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe. Her weha Premiyera ‘Dîdar’ê dê di 27ê Nîsanê de li Stenbolê pêk were.
Hunermendê Kurd yê Dêrsimî Mikaîl Aslan projeya xwe bi gotinên "Di nava xewnekê de, li ber deriyê rûbirûbûnekê, di dilê hevdîtinekê de..." ragihand.
Di vê şeva taybetî de, navên mezin ên muzîkê dê li gel Mikaîl Aslan bin.
Beşer Şahîn, Mem Ararat, Erkan Ogur, Cem Erdost Îlerî û Cemîl Qoçgîrî, dê hêzê bidin dika Dîdarê.
Premiyera muzîkalê ku şopên jiyana hunermend jî dihewîne dê şeva Yekşemê 27ê Nîsanê li Navenda Şanoyê ya Bostanciyê ya Stenbolê were lidarxistin.
Aslan di kariyera xwe ya 30 salî ya hunerî de li berhemên wekî Agêrayîs, Miraz, Zernkut, Petag û Xoza imze kiriye û sala borî jî bi Cemîl Qoçgîrî re bi minasebeta 30 saliya rêwîtiya wan a hevpar a muzîkê, albûma "Rû bi Rû" pêşkêşî guhdaran kiribû.
Mîkaîl Aslan di kariyera xwe ya hunerî ya 30 salan de gelek albumên wekî Agêrayîs, Mîraz, Zernkut, Petag û Xoza derxistine par bi boneya rêwîtiya 20 salî xwe ya muzîkê ya bi Cemîl Qoçgîrî re albuma "Rû bi Rû" pêşkeşî hezkiriyên xwe kiribû.
Samî Hêzil: Wergêrên kurd wergerê wek karekî profesyonelî nakin
Nivîskar û wergêr Samî Hêzil diyar kir ku divê em li wergerê xwedî derkevin û wiha got:”Hin tişt têne wergerandin mixabin ji danasîna wan, xwendina wan heta rexneyên derbarê wan de kêm in. Bi min ev jî kêmasiyek e.”
Samî Hêzil yek ji wan nivîskar û wergêrane ku berê xwe daye wergera berhemên klasikên cîhanî yên wek Serpêhatiyên Ulysses, Edgar Allan Poe û herî dawiyê jî berhema J.R.R Tolkien ya bi navê Hobbit hwd e.
Her wiha bi navê berhemên lêkolînê yên wek Kurte-Wêjeya Kurdî û Lehengê Mîtolojiyê jî hin berhemên wî bi xwe hene.
Dawiya vê hefteya borî hem li ser berhema Hobbitê û hem jî li ser meseleya wergera di zimanê kurdî de bernameyeke têra xwe xweş li Wanê li salona Ûvercînkayê hat lidarxistin.
Ev bernameya ku hin nivîskar, rexnegir û romanûsên wêjeya kurdî yên wek Gula Almastê û Ramazan Kaya jî tevlê bûyî, ji aliyê Chalek Evants Wanê ve hat kirin.
Piştî gotûbêj û îmzakirina pirtûkê, him têkildarî berhema Hobbîtê him jî li ser meseleya wergera ji bo zimanê kurdî Samî Hêzil bi bianet kurdiyê re axivî.
Nivîskar ê wergêr Samî Hêzil diyar kir ku divê em li wergerê xwedî derkevin û wiha got:”Hin tişt têne wergerandin mixabin ji danasîna wan, xwendina wan hetta rexneyên derbarê wan de kêm in. Bi min ev jî kêmasiyek e.”