Sala nû bi sê video klîpên muzîkê dest pê kir.
Tara Mamedova, Harûn Elkî û Rohat Ciwanî di destpêka sala nû de her yek video klîpek weşandine.
Tara Mamedova – Serê Salê
Tara Mamedovayê duyem strana ji albûma xwe ya bi navê “Giran” û video klîpa ji bo hemû stranê weşandiye.
Navê strana Mamedovayê “Serê Salê” ye.
Tara Mamedovayê di dawiya sala 2020an de yekem strana albûma “Giran”ê weşandibû ku navê wê “Xewna Giran” bû.
Mamedova wê stranên di albûmê de yek bi yek û di nava şeş mehan de biweşîne.
Strana Serê salê behsa tunebûnê, bêrîkirina raboriyê û lêgerîna navxweyî dike.
Tara Mamedova her weha video klîpa heman stranê jî weşandiye. Erkan Eryigıt derhênerê klîpê ye.
Harûn Elkî – Xengilok
Harûn Elkiyî jî dawiya salê albûma xwe ya nû weşandibû ku navê albûma wî “Rev” e. Elkî di vê albûmê de 10 stran hene. Stranên albûmê her yek çîrokekê vedibêjin.
Weke “Reş Weba”yê. Stran li ser qetlîama Şengalê ye û jan û elema êzidiyên li Şengalî rastî qetlîamê hatine dide der.
Dîsa strana “Xengilok” jî çîroka penaberan vedibêje ku Harûnî diyariyî hunermend Bariş Yazgiyî kiriye. Yazgi dema xwestibû biçe Ewropayê belema ku tê de bû bin av bûbû û Yazgiyî can dabû.
Harûn Elkiyî piştî albûm weşand, di nava vê hefteyê yekem klîpa xwe jî li ser hemû platformên dijital belav kiriye. Rojhilat Azadî gotinên vê stranê nivîsandine û Erkan Eryîgîtî derhênerî ji klîpê re kiriye.
Xuya Harûn Elkî di rockbêjiyê de deriyê xwe ji tiştên nû re vekirî dihêle û dixwaze bi ceribandinên cihereng re, vê muzîkê û muzîka kurdî têkel bike.
Rohat Ciwan – Tawanbar
Klîpa sêyem a ku vê hefteyê hatiye weşandin ya Rohat Ciwanî ye. Rohat Ciwan jî yek ji wan navan e ku di muzîka kurdî de hewl dide tiştên nû biceribîne.
Tawanbar yek ji stranên albûma Cîhana Hêşîn e ku Ciwanî par weşandibû. Rohat Ciwanî gotinên stranê nivîsandiye û muzîk jî bi xwe çêkiriye.
Rohat Ciwanî bi xwe klîpa xwe kişandiye.
Di rojên pêş de…
Lawjeyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî, ji vîdeoyekê çend saniye weşand ku weke xwestiye mizginiya stran û klîpeke nû bide ji muzîkhezan. Her çiqas zêde zanyarî nehatibin dayîn jî, Lawje wê straneke gelêrî dîsa bi formeke nû biweşîne. Stran a dengbêj Xelîl Bakozî ye ku wê Sakina Teyna jî li gel Lawjeyê stranê bistrê.
Çav li rê ye ku Lawje, klîpê di 13yê Kanûna Pêşiyê de ango di sersala kurdî de biweşîne.
Pirtûkên nû
Weşanxaneya Lîsê romana Rengîn Kardelenê ya bi navê “Ezda”, romana Îrfan Amîdayî ya bi navê “Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin” û dua pirtûkên Îhsan Colemêrgiyî, yên bi navê “Momê” û “Ezemşêr” weşandine.
Heman weşanxaneyê pirtûka Mistefa Aydoganî ya bi navê “Xemname” weşandiye ku bi forma vegotinê hatiye nivîsandin. (FD)