Rapbêj Agirbest straneke nû bi navê “Lo Kurdo” weşandiye. Vê hefteyê wê konserên Metin Kemal Kahramanî, Govend Istanbûl, şanoya Gimgim Tiyatro Zonema, nivîskarên girtî li dar bikevin.
Rapbêj Agirbest: Lo Kurdo
Agirbest yek ji rapbêjên kurdan e. Wî di sala 2021ê de hin stranên rapê straye û li ser hesabê xwe YouTube-ê weşandiye. Navê strana Agirbestî “Lo Kurdo” ye. Agirbestî bi xwe gotinên stranê nivîsiye. Ramaldoyî di amadekirina stranê û muzîkê de alîkariya Agirbestî kiriye.
Govend Îstanbûl
Arjen Brûsk li Stenbolê wê bernameyeke bi navê “Konsera Govendên Kurdî” li dar bike. Arjen Brûsk li Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê di beşa Densên Gelêrî de xwendiye. Ew dansvan, muzîkjen, persdar, koreograf û pêşkêşvan e. Her weha di gelek projeyan de cih girtiye.
Brûsk wê di 16ê Kanûna Paşiyê de Taksîm Arsen Lûpenê pêk were. Bername wê saat 21.00ê destpê bike.
Metîn Kemal Kahraman wê li Wanê konserê bide
Metîn Kemal Kahraman wê di 15ê Kanûna Paşiyê de li Wanê konserekê bide. Konser wê Akademiya Çand û Hunerê ya Kumbarayê ji du beşan pêk were. Beşa yekem wê di navbera 17.30-19.00ê de û ya duyem jî wê di navbera 19.30-21.30 deqîqeyan de pêk were.
Metîn Kemal Kahraman wê her weha di 16ê Kanûna Paşiyê de jî li Avcilarê, navçeya Stenbolê konserekê pêk bîne. Konser wê saet di 19.00ê de li Navenda Çandê ya Bariş Mançoyî be. Ûmût Kahraman wê li viyolayê û Ahmet Tîgrîl jî wê li kemanê bide.
Li Îzmîrê şanoya kirmanckî
“Gimgim Tiyatro Zonema” wê li Îzmîrê şanoya xwe ya bi navê “Halê Ma” ya bi kirmanckî pêşkêş bike. Koma şanoyê ya ku di bin bana Komeleya Vartoyê ya Îzmîrê de hatiye avakirin wê 15ê Kanûna Paşiyê li Salona Bayburt Fakirî ya Şaredariya Çigliyê derkeve ser dikê.
Nivîskarên girtî
PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ve li Mêrdînê roja îmzeyê ji bo nivîskarên di girtîgehan de ne, li dar bide. Bername wê 16ê Kanûna Paşiyê li Şaxa Keskê ya Mêrdînê pêk were. Bername wê saet 12.00ê destpê bike û heta aset 16.00ê wê dewam bike.
Di bernameyê de wê berhemên Fecrîye Benek, Delîl Payiz, Rojbîn Perîşan, Evdê Cano, Nezîr Çakan, Yaşar Aslan, Mem Farqînî, Mahîr Bagok ,Cengîz Eker, Îlhan Dayanî werin îmzekirin.
Aynûr Dogan wê li Tirkiyeyê du konseran bide
Aynûr Dogan di sala 2011ê de li Stenbolê di dema konsereke xwe de rastî êrîşeke nîjadperest hatibû. Piştî vê rewşê ew ji Tirkiyeyê çûbû Ewropayê. Piştî demeke dirêj Dogan wê li Tirkiyeyê du konseran bide.
#AynurTürkiyeTurnesi ????
— Aynur Doğan (@aynurdogan) January 7, 2022
Ez bêvî dikim ku vê carê em ê hev bibînin????
Yine çok heyecanlandım! Umarım bu sefer buluşabiliriz ????
Bilêt sibê saet di 15:00 de li ser Passoyê dikarin bên kirîn ????????
Biletler yarın saat 15:00’da Passo’da!????????@bgstorg @gergedandergi #aynurdoğankonser pic.twitter.com/eVvLfgPWgQ
Konsera yekem a Aynûr Doganê li Enqereyê be. Konser 4ê Adarê wê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmetî pêk were. Ya duyem jî wê 6ê Adarê li Stenbolê, li Volkswagen Arenayê be.
Doganê di sala 2021ê de Xelata Hunermendan a 2021ê ya Pêşangeha Muzîkê ya Cîhanî ya Navnetewî (Womex) wergirtibû. (FD)