Di hunernameya vê hefteyê de li gel sînemayê, muzîk û beşên din ên hunerî jî hene.
Belgefilma Hunermend Ganî Mîrzoyî li Îtalyayê Xelata Baştirîn Belgefilman wergirtiye. Festîvala Sole Lunayê ya li bajarê Palermoyê pêk hatiye îsal Xelata Baştirîn Belgefilman daye belgefilma bi navê “Harmoniya Piştî Şer.”
Belgefilma Ganî Mîrzoyî behsa wê tiştî dike ku di dema şerê Rojavayê de kesek alavên muzîkê dibe Rojava û dide kesên ji muzîkê hez dikin.
Zehra Dogan wê beşdarî Bîenala Berlînê bibe
11. Bîenala Berlînê ya 2020an ku ji ber şewba Covid-19ê hatibû taloqkirin, wê di 5ê Îlonê de pêk were. Îsal wê Zehra Dogan jî beşdarî Bîenalê bibe û berhemên xwe pêşkêş bike.
Bîenal wê heta 1ê Çiriya Paşiyê berdewam bike û ji bilî Doganê ji Tirkiyeyê wê berhemên Aykan Safoglû û Cansû Çakarê jî werin nîşandan.
Cengîz Yazgiyî straneke bi soranî stra ye
Cengîz Yazgiyî straneke bi soranî ya bi navê “Warane Şew” stra ye û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî weşandiye.
Saeid Ebadatianî gotinên stranê nivîsandiye û Dler Kamangarî melodiya wê çêkiriye. Roozbeh Moslehî jî aranje kiriye.
Yazgiyî ev stran weke diyarî pêşkêşî hunermend Azad Xaneqîniyî kiriye ku gelek stran stra ye û di sala 2006an de dilê wî sekiniye û koça dawî kiriye.
Bajarê video-klîpek amade kiriye
Bajar, koma muzîkê ji bo strana xwe ya bi navê “Bixatirê te” video-klîpek amade kiriye û wê îro biweşîne.
Bajarê ev stran sala 2009an di albuma xwe ya bi navê “Nêz be” de weşandibû. Lê vê carê Cansun Kuçukturkî remîx kiriye. Di vîdeoyê de Xelef Diljan dizayna berga vê berhemê xêz dike û Bajarê ev weke vîdeo-klîp amade kiriye.
Filmê Scarface wê ji nû ve were kişandin
Filmê Scarface ku di sala 1983yê de hatibû nîşandan wê dîsa were kişandin. Brian DePalma derhêner û Oliver Stone jî senarist bû. Di filmî de Al Pacino dilîze.
Vê carê derhênerê filmî Luca Guadagninoyî ye. Guadagninoyî ji kovara Variety-yê re gotiye ku wê versiyona filmî wî li gorî atmosfera roja me be. Birayên Coen senaryoya filmî nivîsandine.
Howard Hawkesî cara pêşiyê di sala 1932yan de filmê Scarface-ê kişandibû. (FD)