Metin û Kemal Kahraman 7ê Çiriya Paşiyê, roja şemiyê saet di 20.30yê de wê li Navenda Perwerdeya Gelî ya Kadikoyê konseretê bidin.
Metîn û Kemal Kahraman wê di vê konserê de stranên xwe yên ji albumên xwe bistrên ku di encama xebateke 20 salan de derketine holê.
Di konserê de wê li gel Metin û Kemal Kahramanî, Ozgur Kement li kemane û Umut Kahraman jî li viyolayê bide.
Mehmet Atli wê li Sêrt û Êlihê konseran bide
Mehmet Atli wê li Sêrt û Êlihê du konseran bide. Konsera yekem a Atliyî wê di 14ê Çiriya Paşiyê de li Êlihê saet pêk were. Konser wê saet di 19.00ê de li Yeni Sahneyê li dar bikeve.
Ya li Sêrtê jî wê di 15ê Çiriya Paşiyê de li Botan Sosyesetî be. Saeta destpêkirina vê konsere jî 14.00 e.
Siya Şevê wê li Kadikoyê be
Siya Şevê, koma rockê wê 14ê Çiriya Paşiyê li Kadikoya Stenbolê konserekê bide. Konsera komê wê saet di 19.30 deqîqeyan de li Tamarayê pêk were.
Şanoya Bajar a Amedê bi lîstika nû dest bi sezona nû dike
Şanoya Bajar a Amedê îro li Amedê bi lîstika bi navê “Hema Hema Jin Elîzabeth” sezona nû dide destpêkirin. Dario Foyî lîstik nivîsandiye û Berfîn Emektar derhêneriya lîstikê kiriye. Lîstik wê di meha Çiriya Paşiyê de li Amedê bilîze.
Koma şanoyê her weha wê “Xwezgînî”ya Şalîko Bêkesî jî bilîze.
Lîstika nû ya Şa Performansê
Şa Performans jî wê bi lîstika “Pergal”ê sezona nû bide destpêkirin. Lîstika Sam Bobrickî ye û Mehmet Mûsaoglûyî derhêneriya wê kiriye. Di lîstikê de Erhan Mîr û Tûncay Ozel dilîzin. Lîstik wê 7ê Çiriya Paşiyê li Aksaray Su Gosteri Merkezi bê lîstin.
Weşanxaneya Nayê sê pirtûk çapkirine
Weşanxaneya Nayê pirtûka Ulku Bîngolî ya bi navê “Dengê Pepûkê - Haîkûyên Îlona Nû”, romana Ramazan Kavakî ya bi navê “Rêwiyê Demên Windayî” û ya Rohat Cebeyî ya bi navê "POLÎFONÎK Ji Stranên Kurdî Yên Gelêrî -I-“ çap kiriye. (FD)