Ji ber şewba koronayê hunermend jî ev demek e neçar mabûn ku karûbarên xwe rawestînin an jî kêmtir bikin. Lê hêdî hêdî liv û tevger di vî warî de jî çêdibe.
Êdî em ê li ser malpera bianet kurdiyê, her roja înê behsa pêşketinên di warê çand û hunerê de bûne, bikin. Albumên muzîkê ên ku nû derketine, video-klîpên ku nû hatine weşandin, lîstikên şanoyan, filmên sînemayê û her cure nûçeyên çand û hunerê em ê biweşînin.
Helbet ne tenê yên çand û hunera kurdan, nûçeyên çand û hunerê yên cîhanê jî wê di nava vê nûçeyê de hebin.
Dê kerem bikin bê ka vê hefteyê çi li ber destê me ye…
Di nava vê hefteya borî de sê albumên muzîkê û sê video-klîp hatine amadekirin û weşandin.
Mehmet Atli û "Morî Mircan"a wî
Albuma yekem a Mehmet Atliyî ye ku bi navê “Morî Mircan” hatiye amadekirin. Di albumê de 9 stranên bi kurmancî û kirmanckî hene. 4 jê klasîk, 4 beste û yek jî enstrümantal e. Atliyî di albumê de li gel enstrumana xwe ya sereke ûd jî bi kar aniye û ev enstrumanê rengekî cida daye albumê.
Alî Jiyanî yekem albuma xwe ya solo derxistiye
Alî Jiyan ango weke ku heta niha dihate naskirin Aliyê Koma Agirê Jiyanê, yekem albuma xwe ya solo weşandiye. Navê albumê “Arîn Mîrkan”e. Di albumê de 12 stranên kurmancî û kirmanckî hene û Art Recordsê weşandiye. Arzu Polat produktorî, Huseyîn Çiftçî derhêneriya muzîkê kiriye. Huseyîn Çîftçî û Mazlûm Rewşenî bi hev re stran aranje kirine.
Li gel strana Arîn Mîrkanê, Wezîr Demîrî gotinên strana Kurdim Ez, Newroz, Lo û Dûr im nivîsandiye. Beşek ji stranên din jî yên gelêrî ne. Navê stranên din ev in: Royê Mi, Kavirê Min, Tarîya Şevê, Dem Şêrîne, Koyê Dersim Berxwedan Jiyane û Potporî.
Norah Jonesê albumeke nû derxistiye
Muzîkjena amerîkî ku bi eslê xwe hindî ye, albumeke nû derxistiye. Navê albuma wê “Pick Me Up Off The Floor” e. Jonesa piyanîst û cazbêj di albumê de 12 stran stra ye.
Vîdeo-klîp
Di nava van çend rojan de çar hunermendan video-klîpên nû weşandine.
Yek ji wan Rohat Ciwan e ku ji bo strana bi navê "Nexşê Mîrzo" video-klîp amade kiriye. Ev straneke gelêrî ye. Ciwanî di Nîsana 2020an de albumek bi navê “Cîhana Hêşîn” weşandibû. Albuma yekem a Rohat Ciwanî di sala 2016an de bi navê “Zarokên bê çîrok” derketibû.
Hêja û strana "Derî Lêket"
Hêja ku ev demeke berê bi navê Stranên Neşuştî yekem albuma xwe derxistibû, klîpek ji bo strana “Derî Lêket” amade kiriye û li ser platformên dijîtal weşandiye.
Hêjayê bi xwe gotinên stranê nivîsandiye û muzîk jê re çêkiriye. Cansun Kuçukturkî jî aranjeya wê kiriye.
Albuma Hêjayê di Sibata 2020an de derketibû tê de stranên bi navê NeNe, Derî Lêket û Belkî hebûn.
“Germe Germe”
Vîdeo-klîpa sêyem a vê hefteyê ya Aysel Borak û Erdem Altinsesî ye. Her du hunermendan ji bo strana "Germe Germe" klîpek amade kirine.
Strana “Germe Germe” straneke gelerî ya herêma Elkê ye û behsa destaneke şer a Colemêrgê dike.
Di rojên pêş de…
Çav li rê ye ku di demên pêş de Alicia Keys, stranbêja xwediyê Xelata Grammy-yê bi navê “ALICIA”yê albumekê. Di albumê de 15 stranên bi şêweyê R&B-yê hatine gotin we hebin.
Hunermendê navdar Bob Dylan wê di van çend rojên pêş de albuma xwe ya 39em biweşîne. Navê albumê wê “Rough and Rowdy Ways” be û ji ya bi navê “Tempest”ê (2012) û vir ve wê yekem album be ku stranên orîjînal tê de hene.
Stranbêj Diljen Roniyî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî aşkere kiriye ku wê di demeke pêş de video-klîpekê biweşîne. Li gorî gotina Roniyî ji ber şewba koronayê li malê hatiye hatiye amadekirin. (FD)