Hunermendên queer wê pêşangeheke dîjîtal li dar bixin
![Hunermendên queer wê pêşangeheke dîjîtal li dar bixin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/229/275/original/queer.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hunermendên queer ên ji Tirkiye û Hollandayê wê 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî di pêşangeha “Through The Window” de werin cem hev.
Bi vê projeyê ji Tirkiyeyê 10 û ji Hollandayê jî 10 hunermendên queer ji bo ku derfetên xwe yên piştgiriyê berfirehtir bikin, wê bi awayekî online li hev bicivin.
Di pêşangehê de fotograf, wêne, vîdeo û deng hene ku di navbera mehên Tîrmeh û Tebaxê de di navbera Stenbol û Amsterdam Prideyê de hatine amadekirin.
Balyozxaneya Stenbolê ya Hollandayê jî piştgirîyê dide projeyê. Hevpeyvînên pêşangehê nivîskar û felsefevanê ji Hollandayê Simon(e) van Saarloos wê bi rê ve bibe. Di pêşangehê de her wiha wê partiyên online jî hebin.
Omer Tevfik Erten kuratoriyê û DJ, stranbêj û aktîvîsta mafên LGBTÎ’yê Kubra Uzun jî koordînatoriya pêşangehê dike.
“Bila bibe deng û henaseya kesên bi parvekirinan dilxweş dibin"
Ömer Tevfîk Erten, kuratorê Through The Windowê û Kubra Uzun, kordînatora projeye derbarê pêvajoya amadekirina projeyê de bi bîanetê re axivîn û weha gotin:
“Pêvajoya pandemiyê ji bo me hemûyan ezmûneke nû û zihmet bû. Ew pêvajoya hê jî didome. Em hunermendên queer, DJê û xebatkarên ku şevê kar dikin yekser bêkar man. Pêşangehên me hatin taloqkirin ango betal bûn. Ji bo ku proje bibe deng û henaseya kesên bi parvekirinan dilxweş dibin, me da destpêkirin.
Hunermendên ku di pêşangehê de cîh digirin ev in:
Akiş Ka, Albertina Sybila, Ateş Alpar, Bûlût B. Sezer, Efemîne, Firat Ûran, Gayatrî Kodikal, Jaleh Nezamdoustroudsari, Joy Brandsma, Khadija El Kharraz Alamî, Magda On Cûrve, MAKHîsm, Meltem Sarikaya, Mînî Maxwell, Mîra Thompson, Ozgur Can Taşçi, Paula Chaves Bonilla, Prîns Chrîs, Ûgemfo, VÎnÎta Gatne.
Hesabê Înstagramê yê Through The Windowê: @throughthewindowproject2020
(EÖ/EMK/AY/FD)
25Ê ÇIRIYA PAŞIYÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDKARIYA LI JINAN
Mêran di 326 rojan de 285 jin kuştine, 711 jin birîndar kirine
![Mêran di 326 rojan de 285 jin kuştine, 711 jin birîndar kirine](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/253/805/original/cetele1020.jpeg)
Mêran di 327 rojan de 253 jin kuştine, 715 jin birîndar kirine
![Mêran di 327 rojan de 253 jin kuştine, 715 jin birîndar kirine](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/234/904/original/kasım1_-_Kopya.jpg)
#dramaqueerpride ya 2020an destpê kiriye
![#dramaqueerpride ya 2020an destpê kiriye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/226/316/original/darama.jpg)
EGE OZTOKATÊ NIVÎSANDIYE
Di rojên koronayê de nivîsandina raporên tundkariya mêran
![Di rojên koronayê de nivîsandina raporên tundkariya mêran](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/225/260/original/ege.jpg)
BER BI 25Ê ÇIRIYA PAŞIYÊ VE
Mêran di 324 rojan de 302 jin kuştine, tûndkarî li 532 jinan kiriye
![Mêran di 324 rojan de 302 jin kuştine, tûndkarî li 532 jinan kiriye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/216/171/original/MMMM.jpg)