Hunermendê filistînî Suleyman Mensûr koça dawî kir
Hunermendê filistînî Suleyman Mensûr, li Nexweşxaneya Maqasidê ya li Qudsa Rojhilat a ku di bin dagirkeriyê de ye, dihat dermankirin. Mensur di 79 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Mensûr ku yek ji nûnerên girîng ên hunera nûjen a Filistînê bû, bi berhemên xwe yên bi salan di nav navdarên ên bîra çandî û hunerî ya Filistînê de cih girt.
Di xebatên Mensûr de têkiliya filistîniyan a bi axê re, ezmûna koçberkirinê û bîra kollektîf xwedî cîhekî taybet bû. Hunermend bi taybetî sembolên ku ji çand, dîrok û kevneşopiyên Filistînê distandin dixistin nav berhemên xwe.
Mensûr, huner di heman demê de wekî beşeke ji têkoşîna xuyabûniyê ya filistîniyan dinirxan û di hevpeyvîneke xwe ya sala 2024an de berpirsiyariya hunermend û xebatkarên qada çandê bi gotinên “mirovîkirina ji nû ve ya gelê Filistînê” anîbû ziman.
Bi mirina Mensûr re, yek ji nûnerên herî girîng ên têkiliya hunera Filistînê ya bi bîr, ax û berxwedanê re kêm bû.
(NÖ/AY)