Fotograf: MA
Dadgehkirina hunermend Yilmaz Çelîkî îro li Dadgeha Cezayê Giran a 2yem a Dêrsimê dewam kiriye.
Çelîk piştî konsereke xwe ya li Dêrsimê di 8ê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de polîsan girtibû ser mala wî û ew desteser kiribû. Çelîk di 10ê Kanûna Pêşiyê de bi tohmeta “endamê rêxistinê ye” û "alîkarî daye rêxistinê" hatibû girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Yilmaz Çelîk tevlî parêzerên xwe Kenan Çetîn, Serokê Baroya Dêrsimê, parêzer Înayet Aksû û Huseyîn Aygun beşdarî danişînê bûye. Her weha hinek hunermendan jî piştgirî dane wî û beşdarî dadgehkirinê bûne.
Çelîkî tohmetên li wî dikin qebûl nekiriye û daxwaza beraeta xwe kiriye.
Parêzerên wî jî bi heman awayî xwestine ku Çelîk beraet bike.
Heyeta dadgehê biryara beraeta Yilmaz Çelîkî daye.
Çi bûbû?
Polîsan di 8ê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de girtibû li ser mala Yilmaz Çelîkî û ew desteser kiribû. Çelîk di 10ê Kanûna Pêşiyê de biribûn dadgehê û heyeta dadgehê bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” û "alîkarî daye rêxistinê" girtibû.
Huseyîn Aygun, parêzerê Çelîkî û parlamenterê berê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) ji bianetê re gotibû ku Çelîk li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Ewlehiya Bilind a 2yem a Elezîzê di hicreyeke yekkesî de ye û ew tecrîd kirine.
Aygunî diyar kiribû ku Çelîk ji ber îfadeya îtîrafkarekî bi navê A. O. hatiye girtin.
Çelîk demekê girtî mabû û di 26ê Adara 2020an de bi şertê kontrola edlî serbest bûbû. (FD)