Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hunermend Yelda Abbasî ji bo beşdarî bernameya salvegera 27em a Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) duh bi şev hatiye Balafirxaneya Ataturkê ya Stenbolê û li vir hatiye desteserkirin.
Abbasi piştî li dozgeriyê îfadeya wê hatiye standin, hatiye berdan.
Abbasî di saetên sibehê de birine Edliyeya Bikorkoyê û gelek parêzer jî ji bo parastina Abbasiyê çûne heman edliyeyê.
Li gorî zanyariyan Abbasî bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” hatiye desteserkirin.
Îfadeya Abbasiyê bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBİS) hatiye girtin ku ji ber konsereke li Wanê daye û parvekirinên wê ên li ser medyaya civakî ên derbarê Efrînê de lêpirsînname lê hatiye vekirin.
Abbasî tohmetên ku lê kirine qebûl nekiriye û piştî îfadedayînê hatiye berdan.
Derbarê Abbasiyê de
Kurda Xorasanê ye. Li gel stranbêjiyê besteyan jî çêdike. Di 12 saliya xwe de bi piştgiriya dêya xwe dest bi muzîkê kiriye û gelek xelatên herêmî û navnetewî standiye.
Di hevpeyvîneke xwe de gotiye ku ez muzîka gelî li vê herêmê didim berdewamkirin û ez ji ber wê gelekî bextewer im. (EMK/FD)
* Foto: Jin News