Fotograf: Mihemed Elî Şakir - Facebook
Hunermend û endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Mihemed Elî Şakirî di temenê xwe yê 74 salî îro li bajarê Qamişloyê koça dawî kiriye.
Li gorî nûçeya Hawar Newsê Mihemed Elî Şakir, çend roj berê, ji ber nexweşiya koronayê ango Covid-19ê li nexweşxaneyê dihate dermankirin.
Şakir, sala 1946an li navçeya Dirbêsiyê ji dayik bûye. Piraniya jiyana xwe li Serêkaniyê borandiye. Piştî êrişên Artêşa Tirkan yên li ser Serêkaniyê koçî Amûdê kiriye..
Hunermend Mihemed Elî Şakir beşê Wêjeya Ingilîzî li Zanîngeha Helebê qedandiye, li gel wê wênesaz û xetkêş bû.
Şakir her wiha stranbêj û muzîkjen bû ku bi sedan stranên kurdî çêkirine û awaz kirine. Piraniya stranên wî ji aliyê hunermend Mehmûd Ezîz Şakir, Mihemed Şêxo û gelek hunermendên din ve hatine gotin. Li gel vê pirtûkeke mûzikê bi navê "60 helbest û saz" nivîsandiye. (FD)