Hunermend Kasim Taşdoganî helbesta Ramazan Çeper ku sîh sal in girtiye ya bi navê ‘Ziryanım’ kir stran. Taşdoganî strana ‘Ziryanim’ pêr êvarê saet 21.00an de li ser hesabê xwe yê Yoûtûbeyê parvekir.
Hunermend Taşdoganî herî zêde bi strana Xêlîl Xemgîn ya bi navê “Navşêrîna min” û strana Xemgîn Bîrhat ya ni navê ‘Derketin” hat naskirin û hezkirin.
Hunermend Kasim Taşdogan helbesta bi navê "Ziryanim" ya Ramazan Çeper ku sîh sal in di girtîgehê de ye kir stran. Çeper helbesta xwe ji bo Şengalê nivîsîbû.
Ziryanim,
Tawizparêzek laleşîme li şengalek çiyayî
Şemsim, qemerim di kadiza gerdûnê de
Ziryanim
Ziryanim,
Vedişêrim lehengiya laleşîna lewendî
Sîmurgek Siyako me di gobilîna çiyayî de
Ziryanim,
Giliyê li ser têla tembûra tekoşer im
Qiyameta awaza stranek şervan im
Ziryanim,
Di çavên min de tariyek cangiranî
Ziryanim, wer îmanê ey yezdan
‘Berhemên wêjeyî û hunerî diafirînin’
Taşdoganî derbarê strana xwe ya nû de ji bîanetê re axivî û got, "Ev stran ji bo girtiyên siyasî weke spasiyeke."
Taşdoganî bal kişand ser çalakiyên wêjeyê yên girtiyên siyasî yên bi salan e di girtîgehan de ne û wiha pê de çû: "Gelek ji wan malbatên xwe, hezkiriyên xwe winda kirin. Hinek ji wan jiyana xwe ji dest dan. Li hember ew qasî tundî û ziryan û tofana di dilê wan de, dîsa jî berxwedan û hîn jî berxwe didin. Li hember ew qasî zahmetî dîsa jî gelek ji wan berhemên wêjeyî û hunerî diafirînin." (BA/AY)