Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Koordînasyona Heskîfê ji bo balê bikişînin ser rewşa bajarê dîrokî ya 12 hezar salî, wê li Kadikoyê bernameyekê pêk bîne. Heskîf wê di bin ava Golê ya Bendava İlisûyê de bimîne.
Bername di 28ê Îlonê de, roja şemiyê li Parka Yogurtçuyê wê pêk bê û li gel bernameyên çandî û hunerî wê atolye jî li dar bikevin.
Her weha Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Êlihê jî wê beşdarî bernameyê bibin û derbarê rewşa heyî de nirxandinan bikin.
Bername saet di 17.00ê de wê dest pê bike û heta saet 19.00ê jî wê hunermend stranên xwe bistirên. Hunermendên ku wê beşdarî bernameyê bibin ev in:
Ali Doğan Gönültaş, Ayfer Düzdaş, Cem Erdost İleri, Defjen, Merih Aşkın, Metin Kahraman, Taylan Yıldız, Ümit Taşkıran û hunermendên mêvan.
Dîsa wê ji fotografên Ali Ergul, Bulent Yazicioglû, Husamettin Bahçe, Metin Yoksu û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê yên derbarê Heskîf û Newala Dîcleyê de wê bên pêşkêşkirin.
Lîstika bi navê “Heskîf”ê ya Mehmut Uçarî nivîsiye û Alî Yildirim lîstikvanê wê ye dê bê lîstin.
Di bernameyê de her weha wê belgefilma bi navê “Dîroka Mirina Avê” ya Ali Ergulî were nîşandan. (RT/FD)