Hunermend Hozan Aydin (62) li paytexta Almanyayê Berlînê krîza dil derbas kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hunermend Aydin pêr krîza dil derbas kiriye û birine Nexweşxaneya DRK Köpenickê.
Her weha diyar bûye ku 3 demarên Aydin xitimî ne. Piştî kontrolên li nexweşxaneyê, Aydin anjiyo bû. Bijîşkan da zanîn ku xetereya jiyanî ya li ser Hozan Aydin rabûye lê ji ber ku demarên wî hêj xitimî ne, rewşa wî krîtîk e. Dermankirina Hozan Aydin didome.