Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hunermend Beytocanê ku di 68 saliya xwe de koça dawî kir, li Stockholmê hatiye binaxkirin. Beytocan ev demeke bi nexweşiya penceşêrê bû.
Muzîkjen, heval û heyranên Beytocan tevlî merasîma cinazeya wî bûne.
Beytocan beriya demekê emeliyateke giran derbas kir, beşeke ji çena wî hate jêkirin û parçeyek ji lingê wî lê hatibû bicihkirin. Lewma jî bi zehmetî diaxivî.
Hunermend Beytocan 32 sal bû li Swêdê dijiya û li wî welatî miriye.
Her weha di gel merasîma li Stockholê, malbata wî jî li Dîclekenta Amedê li Mizgefta Bedîuzzaman merasîmê li dar dixe.
Di jiyana xwe ya hunermendiyê de 4 albûm weşand. Albûma wî ya "Bîst û Yekê Adarê" li Tirkiyeyê hate qedexekirin.
Di 12ê Îlonê de hate girtin
Hunermed Beytocan sala 1955an li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû. Di dema darbeya leşkerî ya faşîst a 12ê Îlonê de hate girtin û 15 salan cezayê girtîgehê lê hate birîn. 6 sal û nîvan li girtîgehê hate girtin û sala 1987an hate berdan.
Beytocan sala 1990'î kaseta xwe ya destpêkê ya muzîkê derxist, piştî salekê jî di sala 1991'ê de neçar ma koçî Swêdê bike.
Hunermend Beytocan, piştî 23 salan, di Gulana 2014an de vegeriyabû Amedê.
"Bîst û Yekê Adarê", “Axîna te Nalîna min”, “Te nadin min” û “Etûna Dilê Min” navên albûmên wî bûn. (RT/AY)