Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hunermend Sila Gencoglu ku mitînga demokrasiyê rexne kiribû, got ku ew hêjî li ser gotina xwe ye. Konserên Sila yên li bajarên Enqere, Kayseri, Bursa û Stenbolê hatin betalkirin.
Hunermend Sila daxuyandibû ku ew ê beşdarê mitînga demokrasiyê nebe û wiha gotibû: ‘Ez bi teqez li dijî derbekirinê me. Lêbelê ez naxwazin di nav şoveke wiha de cih bigirim.’
‘Ma hûn behsa demokrasiyê nakin?’
Hunermend Sila ji ber bertekên ku li dijî wê tê nîşan dan, duh daxuyaniyeke din da û got:
‘Ez naxwazim derbarê vê mijarê de îzahiyatê bikim. Yên ku xwestine gotinên min berovajî bikin, xwesteka bi cih anîne. Lêbelê ez li ser gotina xwe me. Ma hûn behsa demokrasiyê nakin? Vaye fikr û ramanê min çi be, min jî aniye ziman.’
Hunermenda navdar piştî van gotinên xwe li medyaya civakî de rastê heqaretan hat.
Îro jî li 4 bajaran organîzetorên konserên wê daxuyandin ku wan konseran betal kirine.
Wisa dihat pilankirin ku îro li Enqereyê, di 21-22ê Îlonê de li Stenbolê, 28ê Îlonê de li Bursayê û 19ê Cotmehê de jî li Kayseriyê Hunermend Sila konser bide. Lêbelê ew konserana hatin betalkirin.
(AS/YO)