Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Rojnamegeran binaxkirina karmendê Rêxistina Istixbarata Netewî (MIT) ê li Manîsayê ku li Libyayê miribû kiribûn nûçe. Ji ber aşkerekirina nasnameya wî karmendê MİTê tên tohmetbarkirin. 34emîn Dadgeha cezayê Giran a Stenbolê cezayê girtîgehê yê Hulya Kilinç, Mûrat Agirel û Bariş Pehlîva pesend kiriye. Wê hersê rojnameger bikevin girtîgehê.
Cezayê Bariş Pehlîvan û Mûrat Agirel di hefteyên derbasbûyî de hatibû pesendkirin. Herdu rojnameger çûne Edlîyeya Stenbolê ya Çaglayanê xwe radest kirine.
Piştî ku rojnamegeran xwe radest kirine Bariş Terkoglûyî jî di nav de komeke rojnameger ji bo piştgiriyê bidin hevalên xwe hatine edliyeyê.
Li piştî bidawî bûna karên qanûnî yên rojnameger Pehlîvan û Agirel polîsan ew birine girtîgeha Silîvrî yê.
Herweha Hulya Kilinç jî di heman dosyeyê de dihat dadkirin û li Manîsayê hatiye girtin. Polîsan ji bo pêkanîna biryarê ew li mala wê ya Manîsayê girtine. Piştî ku Kilinçê ji bo kontrola tenduristiyê birine Nexweşxaneya Şehîr ya Manîsayê şandine girtîgehê.
Aydin Keser û Ferhat Çelîk jî di heman dosyeyê de dihatin dadkirin û cezayê wan jî hatibû pesendkirin.
Çi bûbû?
Bariş Terkoğlû, Midûrê Nûçeyan ê Odatvyê, li mala xwe ya Stenbolê, Hulya Kilinç jî li mala xwe ya Manîsayê di 4ê Adarê de hatibûn desteserkirin. Kilinç anîbûn Stenbolê.
4em Dadgeriya Silh û Cezayan a Stenbolê heman rojê, di saetên şevê de biryara girtina Terkoglû û Kilinçê dabû.
Di 5ê Adarê de Saziya Ragihandinê û Teknojiyên Zanistî (BTK) iryara astengkirina Odatvyê dabû.
Di heman rojê de ji bo îfadegirtinê bang li Bariş Pehlivanî, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Odatvyê hatibû kirin. Pehlivan di 6ê Adarê de hatibû girtin.
Dîsa 6ê Adarê daxwaza girtina Ferhat Çelîk, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê rojnameya Yenî Yaşamê û Aydin Keser, Midûrê Karûbarên Nivîsan ê heman rojnameyê hatibû kirin. Lê Çelîk û Keser serbest bûbûn.
Di 7ê Adarê de Mûrat Agirel, nivîskarê rojnameya Yenîçagê, piştî îfade dabû dozgeriyê, bi daxwaza girtinê ew şandibûn ber destê dadgehê. Dadgehê bi şertê kontrola edlî ew serbest dabû.
Li ser itiraza dozgeriyê Ferhat Çelîk, Aydin Keser û Mûrat Agirel di 8ê Adarê de hatibûn girtin.
Îdianameya derbarê her 7 rojnamegeran û E. E. wezîfedarê Beşa Çapemeniyê yê şaredariya Akhîsarê ya CHPyî de 24ê Nîsanê hatibû amadekirin.
Ji bo Erk Acarerê ji derveyî Tirkiyeyê ye, biryara zeftkirinê hatibû derxistin. Derketibû holê ku bêyî parêzerên wan agahdar bikin, daxwaza tehliyekirina rojnamegeran hatiye nirxandin û redkirin. (HA/AY)