* Fotoğraf: Onursal Adıguzel / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Rojnamegeran binaxkirina karmendê Rêxistina Istixbarata Netewî (MIT) ê li Manîsayê ku li Libyayê miribû kiribûn nûçe. Ji ber vê yekê ceza li wan hatibû birîn. Piştî ku cezayê rojnameger Hulya Kilinç, Bariş Pehlîvan û Mûrat Agirel hatibû pesendkirin dûh(15ê Sibatê) ketibûn girtîgehê. Her sê rojnameger di saetên êvarê de hatine berdan.
Parêzer Huseyîn Ersoz diyar kiriye ku her du rojnameger di çarçoveya tedbîrên koronavîrusê de hatine tehliyekirin.
Alpay Antmen, Parlamenterê CHPyê jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihandiye û gotiye, “Xeberekî din ya xweş. Rojnameger Hulya Kilinç jî hat berdan"
Çi bûbû?
Bariş Terkoğlû, Midûrê Nûçeyan ê Odatvyê, li mala xwe ya Stenbolê, Hulya Kilinç jî li mala xwe ya Manîsayê di 4ê Adarê de hatibûn desteserkirin. Kilinç anîbûn Stenbolê.
4em Dadgeriya Silh û Cezayan a Stenbolê heman rojê, di saetên şevê de biryara girtina Terkoglû û Kilinçê dabû.
Di 5ê Adarê de Saziya Ragihandinê û Teknojiyên Zanistî (BTK) iryara astengkirina Odatvyê dabû.
Di heman rojê de ji bo îfadegirtinê bang li Bariş Pehlivanî, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Odatvyê hatibû kirin. Pehlivan di 6ê Adarê de hatibû girtin.
Dîsa 6ê Adarê daxwaza girtina Ferhat Çelîk, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê rojnameya Yenî Yaşamê û Aydin Keser, Midûrê Karûbarên Nivîsan ê heman rojnameyê hatibû kirin. Lê Çelîk û Keser serbest bûbûn.
Di 7ê Adarê de Mûrat Agirel, nivîskarê rojnameya Yenîçagê, piştî îfade dabû dozgeriyê, bi daxwaza girtinê ew şandibûn ber destê dadgehê. Dadgehê bi şertê kontrola edlî ew serbest dabû.
Li ser itiraza dozgeriyê Ferhat Çelîk, Aydin Keser û Mûrat Agirel di 8ê Adarê de hatibûn girtin.
Îdianameya derbarê her 7 rojnamegeran û E. E. wezîfedarê Beşa Çapemeniyê yê şaredariya Akhîsarê ya CHPyî de 24ê Nîsanê hatibû amadekirin.
Ji bo Erk Acarerê ji derveyî Tirkiyeyê ye, biryara zeftkirinê hatibû derxistin. Derketibû holê ku bêyî parêzerên wan agahdar bikin, daxwaza tehliyekirina rojnamegeran hatiye nirxandin û redkirin. (TP/AY)