Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dêrikiyan bertek nîşan dane ku hukumxwarê doza N.Ç.yê weke “rûspî” hatiye hilbijartin.
Li navçeya Dêrika Mêrdînê ev çend mehên dawî de di dîmenên li ser komên Whatshappê tên belavkirinê de tê di dîmenên aydê kesên ku tiryaka bi navê metamfetamînê bi kar tînin û destdirêjî li zarokên biçûk dikin berbelav dibin. Ev rewş bûye sedema nerehetiya şêniyên navçeyê.
Li gorî nûçeya Ahmet Kanbal ku li Ajansa Mezopotamyayê weşiya ye, ev rewş di nava gelê navçeyê de bûye sedema nerazîbûnan. Şêniyên navçeyê piştî dîmenên zayendî yên gelek zarokan û wêneyên ciwanên ku madeyên hişber bikar tînin dîtine, gelek hewl dane ku rê li ber bazirganên madeyên hişber bigirin.
Piştî daxuyaniyê, Qeymeqamtiya Dêrikê û rêveberiya Şaredariya Dêrikê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, bi midûriyeta polîsan, cendirmeyan, kesên tên gotin ji rêxistinên civaka sivîl û "rûspî" ne civîn çêkirine.
Di wêneyên civînê yên hatine belavkirin de tê dîtin ku ji kesên li refa pêş yek jê jî Şeyhdavût D. ye ku ev kes di Doza N.Ç. de hatiye darizandin.
Doza N.Ç.yê
Di sala 2012an de li Mêrdînê midûrê karên nivîsan ê qeymeqamtiyê, efser, keya û cerdevan jî di nav de 28 kesan ji ber destdirêjî N.Ç.yê kiribûn ketibûn ber dozê. Di darizandinê de 5 sal ceza li van kesan hatibû birîn û paşê cezayê wan hatibû kêmkirin. Ji van kesan yek jê jî Şeydavût D. bû û dozger xwestibû 4 sal û 10 meh û 10 roj ceza lê bê birîn. (EMK/AY)