Fotograf: AA
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê aşkere kiriye, di 24 saetên dawî de hejmara herî zede ya nexweşên Covîd-19ê hatiye tomarkirin û di rojekê de hezar û 32 kes bi Covid-19ê ketine û 26 kes jî pê mirine
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku di 24 saetên dawin de hezar û 32 kes bi Covîd-19ê ketine û 26 kes jî pê mirine.
Wezaretê diyar kiriye, ku ji pêketiyan 326 kes li Hewlêrê, 243 kes li Silêmaniyê, 28 kes li Germiyanê, 406 kes li Duhokê û 29 kes li Helebceyê ne.
Her wiha ji kesên ku ji ber Covîd-19ê mirine, 6 kes ji wan li Hewlêrê, 10 kes li Silêmaniyê, 3 li Raperînê, 4 li Duhokê û 3 kes jî li Helebceyê ne.
Li tevahiya herêmê di rojekê de 6 hezar û 670 test hatiye çêkirin û 249 kes baş bûne.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 62 hezar û 735 kes nexweş ketine. 2 hezar û 187 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 37 hezar û 833ye. (AY)
Çavkanî: Rûdaw