Fotograf: AM
Huda Kaya, Parlamentera Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) têkildarî heqaretên li dijî wê hatine kirin, 7 caran gilî kiribû. Lewre rêvebiriya polîsan ji bo gilîyên wê biryara neşopandinê daye. Kayayê ji ber vê yeke giliyê rêvebiriya polîsan kiriye.
Huda Kaya, Parlamentera Stenbolê ya HDPê têkildarî heqaretên li ser Facebookê ji bo wê hatine kirin li Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê 7 caran gilî kiriye, lê ji bo giliyên Kayayê biryara neşopandinê hatiye dayîn.
Bişar Abdî Alinak, Parêzerê Kayayê Bişar piştî biryara ku hatiye dayîn, giliyê polîsên ku li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê dixebitin, kiriye.
‘Ev dirûtiye’
Parêzer Kayayê Alinak derbarê mijarê de, ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîye û wiha gotiye: “Bi hezaran kes ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî tên dadkirin û cezakirin. Lê ji bo giliyên me jî biryara ne şopandinê didin. Ev dirûtiye. Qanûn ji bo her kesî derbasdarin. Kesên sûc dikin, divê derxînin pêşberî dadgehê û hesap jê bipirsin. Em dixwazin bi awayekê rast û dirûst edalet bê bicihanîn.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê