Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
HSDê kontrola bajarê Tebqayê bidest xist ku nêzîkî bajarê Reqqayê yê li bakurê Sûriyeyê ye.
Li gorî nûçeya Sputnik Newsê, ku nûçeya xwe spartiye çavkaniyên HSDê yên ku kurdên Sûrî peşengiya wê dike, Tebqa bi piştgiriya hewayî ya hêzên koalisyonê ji DAIŞê hatiye standin.
Bidestxistina Tebqayê ji bo operasyona rizgarkirina reqqayê girîng e.
Tebqa 40 km nêzîkî Reqqayê ye ku Reqqa weke paytexta DAIŞê ya li Sûriyeyê ye.
Bidestxistina bajêr, ji bo bidestxistina Benda Tebqayê ya li ser Çemê Firatê gelekî girîng e ku ev bend benda herî mezin a Sûriyeyê ye.
HSD li Tebqayê xebatên lêgerîn û lêkolînê berdewam dike û mayin û bombeyên ku DAIŞê çandine paqij dike.
BIXWÎNE - HÊZÊN SÛRIYEYA DEMOKRATÎK BAREGEHA HEWAYÎ YA TEBQAYÊ BIDEST XISTIN
Dengê Amerîkayê jî duh di nûçeya xwe ya spartibû Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê de aşkere kiribû ku milîtanên DAIŞê yên ji Tebqaşê direvin li du xalan kom dibin ku nêzîkî Benda Tebqayê ne.
Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê duh diyar kiribû ku HSDê sedî 80 ji Tebqayê bidest xistiye.
Yek ji berpirsên HSDê Hussam El-Awwar jî duh ji ajansa nûçeyan a Associated Pressê re dabû xuyakirin hindik maye ku Tebqayê ji DAIŞê paqij bikin.
Baregeha Hewayî ya Tebqayê di 27ê Adara 2017an de ji DAIŞê hatibû standin. (YY/FD)