Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro bi civîneke çapemeniyê aşkere kir ku operasyona Reqqayê dest pê kir. HSDê derbarê yekîneyên ku wê beşdarî operasyonê bibin de jî agahî da.
Serokwezîr Bînalî Yildirim jî diyar kiribû ku operasyona leşkerî ya li ser Reqqayê di şeva 2yê Hezîranê de destpê kiriye.
YPG, YPJ û 14 hêzên din
Li gorî nûçeya di Ajansa Nûçeyan a Firatê de (ANF), civîna çapemeniyê li bajarokê Hezîmeyê hat lidar xistin ku ev bajar li bakurê Reqqayê dikeve û di miha nîsanê de ji destê DAIŞê hatibû derxistin.
Fermandarên HSDê, endamên Meclîsa Sivîl ên Reqqayê û nûnerên eşîrên Reqqayê beşdarî civînê bûn.
Berdevkê HSDê Telal Silo di daxuyaniya xwe de got, heta îro Kobanê, Girê spî, Hol û Şedadê ji destê DAIŞê hatine rizgar kirin.
Silo hêzên ku wê beşdarî operasyona Reqqayê bibe aşkere kir:
“Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneya Parastina Jinê (YPJ), Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşê), Cebhet El-Ekrad, Lîwa El-Şemal El Dîmoqratî, Hêzên Eşîran, Tûgaya Himsê ya Mexawîrê, Siqûr El-Reqqa, Lîwa El-Tehrîr, Tûgaya El-Selacîqê, Hêzên Senadîdê, Hêzên Meclîsa Gel a Sûryanî, Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Meclîsa Leşkerî a Dêro Zorê, Hêzên Parastina Xweser û Hêzên Nûxbeyê.”
Di daxuyaniyê de ji bo Hêzên Koalisyona Navdewletî ya ku DYA pêşekiya wê dike jî spasî hat pêşkêşkirin. (AS/FD)