Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Sê roketên ji Sûriyeyê hatine berdan li Kilîsê ketine, topeka hewanî li navçeya Karkamişê ya Dîlokê ketiye.
Li gor Ajansa anadolûyê, rokêt ji Azezê hatine berdan. Li gor nûçeyê rokêt li zevîyeka beyar a taxa Mûcahîtlerê a Kilîsê ketine.
Du topên hewan li navçeya Karkamişê ya Dîlokê ketine. Şaredariyê bi hoparloran ji xelkê re got ku bila ti kes ji malên xwe dernekevin.
Gelek wesayitên zirxkirî li Karkamişê hatin bi cih kirin.
Liv û tevgera leşkerî piştî ku Tirkiyeyê duhî bobe barandin ser çeperên DAIŞê yên li Cerablûsê û çeperên YPGyê yên li Minbîcê dest pê kir.
Yek ji endamên Artêşa Azad a Sûriyeyê(AAS) duhî ji BBC-Tirkî re gotiye ku nêzîkî 1500 çekdarên AASyê amadekariyê dikin ku bi piştgiriya bombebarandina Tirkiyeyê ji Bakurê Cerablûsê ve çeperekê vegirin.
Hêzên Sürıyeya Demokratik ya ku Yekîneyên Parastina Gelî(YPG) jî tê de ye ji başûrê Cerablûsê ve êrîşan dibe ser wî bajarî.
Wêne: Mehmet Kocaaslan û Ensar Ozdemîr – Dîlok/AA