Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
ARTICLE 19 û Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (HRW) daxuyaniyeke hevbeş weşandiye û bal kişandine ser rewşa Selahattin Demirtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û heşt parlamenterên HDPyî yên girtî.
Her du rêxistinan di daxuyaniyê de gotiye ku li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrapoyê (DMME) ya sala 2018an divê Selahattîn Demîrtaş demildest serbest bibe:
“Hikûmeta Tirkiyeyê divê rewşa Figen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya bere ya HDPyê jî tê de parlamenterên HDPyê yên berê yên girtî ji nû ve were nirxandin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hîna biryar ji bo wan nedaye.”
Williamson: Hikûmetê pêvajoya yasayî berovacî kir
Hugh Williamson, Dîrektorê HRWyê yê Ewropa û Asyaya Navîn wiha gotiye: “Di çar salên dawiyê de, hikûmeta Tirkiyeyê armanca xwe ya siyasî ya ji bo Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag û parlamenterên HDPyê yên berê di girtîgehê de bihêle pêvajoya yasayî berovacî kiriye û veguhestiye.”
Clarke: Bûye sedema êrîşa li ser saziyên demokratik
Sarah Clarke, Seroka Programa Ewropa û Asyaya Navîn ya ARTICLE 19ê jî wiha gotiye: “Rakirina parêzbendiya parlamenteran li Tirkiyeyê bûye sedem ku êrîş li ser saziyên demokratik pêk werin.” (HA/FD)