Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan(HRW) têkildarî pêşniyaznameya ku rê li ber wezîfedarkirina qeyûman ji bo saziyên civaka sivîl(STK) xweş dike, daxuyaniyek daye. HRWyê di daxuyaniyê de bang li hukumetê kiriye û gotiye, “Divê hikmên derbarê STKyan de demildest bi şûn ve were kişandin.”
Hûgh Williamson, Dîrektorê Asyaya Navîn û Ewropayê derbarê mijarê de daxuyanî daye û gotiye, “Pêşniyaznameya nû ya derbarê astengkirina fînansmaniya terorîzmê ya hukumeta Tirkiyeyê tê wê wateyê ku Wezareta Navxweyî ya wî welatî kêfa wî bi kîjan STKyê re neyê wê çalakiyên rewa yê wê saziyê asteng bike.
Williamsonî weha pêde çûye, “Ev pêşniyazname ji bo sînordarkirina azadiya rêxistinkirinê, wê bibe amûrekî metirsîdar. Divê hikmên derbarê STKyan de demildest bi şûn ve were kişandin.”
Li Tirkiyeyê 475 saziyên civaka sivîl yên çalak, ji bo ev pêşniyazname bi şûn ve were kişandin danezaneke îmza kiribûn.
Çi bûbû?
52 Parlamenterên Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) “Pêşniyaznameya Têkildarî Rêgirtina Belavbûna Çekên Kîmyewî” îmza kiribûn û ji bo pesendkirinê anîbûn meclîsê. Di pêşnîyaznameyê de derketibû ku Wezîrê Navxweyî karbideste qeyûm tayînî STKyan bike û Serokomar jî dikare mal û milkên STKyan bide cemidandin.(AY)