Fotograf: AA
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (HRW) îro daxuyaniyek weşandiye û tê de gotiye ku pasewanên Tirkiyeyê yên li ser sînor kar dikin, li ser sînorê Sûriyeyê bêyî ku cudahiyê bixe navbera wan, guleyan li sivîlan direşînin, îşkence li penaxwaz û penaberan dikin ku dixwazin derbasî Tirkiyeyê bibin û hêzeke zêde li dijî wan bikar tînin.
Di 11ê Adara 2023an de komeke sûriyeyî ya ji heşt kesan pêk dihat, xwestibû derbasî Tirkiyeyê bibin. Pasewanên Tirkiyeyê yên sînorî, li vê komê dabû û îşkence li wan kiribû. Mêrek û zarokekî kur ê ku hatibû desteserkirin, miribû, yên rizgar bûyî jî bi giranî birîndar bûbûn. Rayedarên Tirikyeyê bi tohmeta ku êrîşî vê komê kirine, lêpirsîna 6 pasewanan dikin.
Di 13ê adarê de pasewanekî sînorî yê Tirkiyeyê, gule bera mêrekî 59 salî daye ku mêrikî, erd û zeviyên xwe yên li ser sînorî cot dikir. Di encamê de mêrik miriye lê ti zanyarî derbarê lêpirsîna vê mijarê de nehatiye bidestxistin.
HRWyê di 20ê Nîsana 2023yan de name ji Wezareta Karûbarên Navxweyî û ya Berevaniyê ya Tirkiyeyê re şandine û daxwaza zanyariyan kiriye.
“Hikûmet parçeyê vî dîmenê hovane ye”
Dîrektorê Ewropa û Asyaya Navîn ê HRWyê Hugh Williamsonî derbarê vê mijarê de gotiye ku “Hêzên çekdar ên tirkan û cendermeyên li ser sînoran berpirsiyar in, seranserê sînorê Sûriye-Tirkiyeyê, çawalêhato guleyan bera didin û kiryarên nebaş dikin. Ev çalakî di salên dawiyê de birêkûpêk dibin û ji ber wan bi sedan mirov dimirin û birîndar dibin. Kuştinên sûriyeyiyan ên kêfî, parçeyek ji dîmenê hovane ye ku pasewanên sînorî yên Tirkiyeyê pêk înin û hikûmet nikare bi rengekî bibandor asteng bike yan jî lêpirsîna wan bike.”
Li gorî raporên Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (SOHR), ji destpêka sala 2023yan û vir ve li ser sînorê Tirkiyeyê, ji ber êrîşên pasewanên sînorî yên Tirkiyeyê 11 kes mirine, 20 kes jî birîndar bûne. (EMK/FD)