Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan(HRW) îro eşkere kir ku di sê bombardimanên Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) kirîn de “welê dixweyî ku ji bo parastina sivîlan tedbîrên pêwîst nehatine girtin.”
HRWyê eşkere kir ku di êrîşan de 26 kes hatine kuştin, 17 ji wan kesên hatîn kuştin zarok in.
Li gor jimarên Neteweyên Yekbûyî eşkere kirîn, 125 hezar kesan ji herêmên dî bar kirine Efrînê û li ser hev 323 hezar kes li Efrînê dijîn.
HRWyê diyar kir “Lijneya Saxlemiyê ya Kurdan a ku bi PYD(Partiya Yekîtîya Demokratîk) re têkildar eşkere kiriye ku 150 sivîl hatine kuştin.”
Çi bûbû?
Hêzên Çekdar ên Tirkan, TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Artêşa Azad a Sûriyeyê(ASA) ji bo operasyonê hevpeymana TSKyê ye.
Navê operasyonê "çiqilê zeytûnê" ye.
Di 21ê Kanûna Paşiyê de berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, Birûsk Hesekê ji Reutersê re gotiye: "9 kes mirine; 6 ji wan siîl in û 3 şervan in."
6 hezar û 400 leşkerên TSKyê beşdarî operasyonên bejayê û hewayî bûne.
Navenda Çavdêriya Li Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR), di 21ê Kanûna Paşiyê de da zanîn ku di operasyonan de 11 sivîl mirine.
bianetê roj bi roj bûyer şopand. Nûçeyên giring ên li ser operasyonê me li vê derê berhev kirin.
(AS/MB)