Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî anketa Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (HRW) a derbarê “Kampanyaya Rawestandina Robotên Kujer” de her ji pênc kesan sê kes li dijî sîstemên biçek (robotên otonom ango yên biçek) derketine.
Di vê sîstema navborî de robotên biçek bêyî ku destwerdana mirovan tê de hebe dikarin ji xwe re hedefan hilbijêrin û êrîşî wan bikin.
Anket di çarçoveya “Kampanyaya Rawestandina Robotên Kujer” a HRWyê de, Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018ê temam bûye.
Anket di navbera 26ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) û 7ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018ê, li 26 welatan û bi 18 hezar û 795 kesan re hatiye çêkirin.
Welatên ku anket lê hatine çêkirin ev in: DYA, Almanya, Arjantin, Avustralya, Belçika, Mîrnişîna Yekbûyî, Brezilya, Çin, Fransa, Afrîqa Başûr, Koreya Başûr, Hindistan, Hollanda, İspanya, İsrail, İsveç, İtalya, Japonya, Kanada, Kolombiya, Macaristan, Meksika, Peru, Polonya, Rusya û Tirkiye.
Li 26 welatan ji sedî 61 dijber hene
Di anketê de ji sedî 61ê beşdaran raya xwe dijberî pêşxistina van çekan dane ku weke “robotên kujer” tên binavkirin û bi temamî çekên serbixwe ne. Ji sedî 22yê beşdaran raya xwe erênî dane. Ji sedî 17 biryar nedane.
Heman saziyê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2017ê bi heman naverokê anketek din çêkiribû. Wê demê ji sedî 55ê mirovan li dijî projeyeke wiha derketibûn. Ji sedî 24 piştgirî kiribûn, ji sedî 19 jî biryar nedabûn.x
Ji mêran bêhtir jin bêhtir dijberî vê sîstemê ne
Di nava jinan de rêjeya dijberiyê ji sedî 62 ye, lê di nava mêran de rêje dadikeve ji sedî 60ê.
Herî zêde yên temenê wan di navbera 50-64ê de dixwazin ev sîstem bên rawestandin ku rêjeya wan ji sedî 68 e.
Anket dide xuyakirin ku herî zêde li Tirkiyeyê dijberiya vê sîstemê hatiye kirin. Rêjeya dijberên li Tirkiyeyê ji sedî 78 e. Paşê Koreya Başûr û Macaristan tê ku rêjeya li wir ji sedî 74 e.
Herî zêde li Îsraîlê piştgiriya vê sîstemê hatiye kirin ku rêjeya li wir ji sedî 50 ye, li Hindistanê jî ji sedî 41 e. (AS/FD)