Fotograf: Depoyeke sotemeniyê ya li nêzîkî Qamişloyê, balafirên şerî yên Tirkiyeyê di 23yê Çiriya Paşiyê de li wir dabû/VoA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (HRW) roja çarşemê (7ê Kanûna Pêşiyê) daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku êrîşên asmanî yên Tirkiye ji 20ê Çiriya Paşiyê ya 2022yan û vir ve dike, ziyanê dide herêmên li bakur û bakur rojhilatê Sûriyeyê yên serjimara wan zêde ye û binesaziya krîtîk. Her weha diyar kiriye ku heman êrîş krîza wêrankar a heyî, ji bo kurd, ereb û civakên din ên li herêmê gûrtir dike.
Êrîşên asmanî binesaziya enerjiyê dike hedef
Xebatkarên alîkariya mirovî yên navnetewî û niştecihên herêmê zanyarî dane HRWyê û diyar kirine ku êrîşên asmanî niştecihan ji cihên wan dikin, dibin sedem ku elektrîk bi rengekî cidî qut bibe û nebûna sotemeniyê. Dîsa ji ber van êrîşan, saziyên alîkariyê hin xebatên xwe ji bo demekê rawestandine û dibistan û kargeh hatine girtin. Forûma Civaka Sivîl a bi navê NESê ya saziya koordînasyona giştî ya saziyên civaka sivîl ên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê kar dike, di 25ê Çiriya Paşiyê de daxuyaniyek weşandibû û gotibû, ji ber binesaziya enerjiyê dibe hedef, krîza heyî ya derdor û avê ya li herêmê heyî kûrtir û gûrtir bike.
Êrîşên leşkerî dikare rewşê nebaştir bike
Alîkarê Dîrektorê Rojhilata Navên ê HRWyê Adam Coogle gotiye, “Êrîşên leşkerî yên Tirkiyeyê, rewşa mirov tê de nikarin diyax bikin, rîsk heye ku ji bo kurdan, ereban û civakên din gelekî nebaştir bike.”
Forûma NESê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku, di encama êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê de bi kêmanî 10 sivîlan can dane û di nava wan de rojnamegerek jî hebû ku di dema hevpeyvîn bi niştecihên Dêrikê re dikir, hatiye kuştin.
Bersivdan
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî, Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji ber êrîşa di 13ê Çiriya Paşiyê de li Stenbolê pêk hatibû tohmetbar dike. Di encama wê êrîşê de şeş sivîl miribûn û bi dehan kes jî birîndar bûbûn. Erdoganî êrîşên asmanî yên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, weke bersivdana êrîşa Stenbolê aşkere kiribû.
PKKyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ev tohmet red kiribûn û gotibûn ti têkiliya wan bi vê êrîşê re nîne.
Hêzên Asmanî yên Tirkan şeva 20ê Çiriya Paşiyê li dijî Rojavayê dest bi êrîşên asmanî kir ku li gorî gotina rayedarên Tirkiyeyê ev êrîş li dijî baregehên Hêzên Çekdar ên Sûriyeyê û HSDyê bûne. Lê Tirkiyeyê di dema êrîşa hewayî de navendeke dermankirina nexweşên Covid-19ê, dibistanek, embarên dexl û danî, santralên enerjiyê, santranên benzînê, qadên petrolê, rêyeke ku sivîl û komên alîkariyê gelek caran bikar tînin kiribû hedef. Her weha Tirkiyeyê li dijî baregehên PKKyê yên li Herêma Kurdistanê jî dest bi êrîşên hewayî kiribû. (AEK/FD)