Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan, HRWyê daye zanîn piştî Tirkiyeyê li serê sala 2015ê sînorê xwe girt, bi hezaran penaber bi mecbûrî bi paş de çûne.
‘’ Şahidhalên bi HRWyê re axivîn gotine, ya kêm 5 kes li dema ku hewil dida ji sînorî biborin hatine kuştin. Ya kêm 14 kes jî bi dijwarî birîndar bûne.’’
‘’ Înkar dike ku sînor girtiye’’
HRWyê dîyar kiriye piştî girtina sînorî bi deh hezaran kes vegeriyane kampên li derveyî sînorî. Ew kamp ne ewle ne. Gelek caran bombe li ser wan deran tên barandin.
‘’ Divê hikumetên heyîn û Neteweyên Yekbûyî fîşarê li ser Tirkiyeyê bike sînorî li ber penaberan veke. Divê ew rêxistin çavên xwe li mûameleya xerab a Tirkiye li penaberan dike, negirin.’’
HRWyê bi daxuyaniya xwe daye zanîn ku li Tirkiyeyê 2,75 milyon penaberên ji Sûriyeyê hene û ev hejmar ji penaberên li temama Ewropayê zêdetir e. (AS/MB)