Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
HRWyê(Human Rights Watch/Çavdêriya li Mafên Mirovan) ji bo wezîrê dadê Abdûlhamît Gûlî nameyek şand.
HRWyê eşkere kir:
“Divê Tirkiye ji bo ya kêm çar kesên di Adara 2017ê de, li Enqereyê hatîn revandin û mûhtemel e rayedarên dewletê bi zorê ew bêserûşûn kirine, lêpirsînekê veke.
Dîrektorê Asyaya Navîn û Ewropayê yê HRWyê Hugh Williamsonî got: “Hin delîl hene ku rê dide em bifikirin rayedarên dewletê bi zorê ew bêserûşûn kirine.”
“Nûnerîyên Tirkiyeyê divê berpirsiyarîyên xwe bînin cih.
“Heke ew kes desteserkirî bin divê ev yek bê eşkerekirin û parêzerên wan bikarin xwe bigihînin wan.”
Williamsonî got:
“Dema ku em li tecrûbeyên xerab ên Tiriyeyê dinêrin, bûyera li Enqereyê pêk hatî cihê metirsîyê ye. Ji ber wê gellek giring e ku rayedar lêpirsînekê bidin destpêkirin.”(AS/MB)