Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (Human Rights Watch – HRW) îro vîdeoyek weşandiye û di vê vîdeoyê de doza çalakiyên Parka Geziyê bibîr xistiye. HRWyê gotiye doza wan 16 kesan dê 24ê Hezîrana 2019ê dest pê bike ku bi rêxistinkirin û fînansekirina protestoyên aştiyane ên Parka Geziyê tên tohmetkirin.
HRWyê diyar kiriye û gotiye, ew 16 kes bi wan tiştan tên tohmetkirin ku hewld dane hikûmetê jê bixînin. Her weha HRWyê diyar kiriye ku dibe cezayê miebeta girankirî yê girtinê li wan bibirin.
Saziyê diyar kiriye ku doz wê piştî hilbijartina 23ê Hezîranê bi rojekê dest pê bike û ev rewş bi gotina “wê di demeke ne nexweş de dest pê bike” şîrove kiriye.
Williamson: Bila dozger wan serbest bihêle
Hugh Williamson, dîrektorê HRWyê yê li Ewropa û Asyaya Navîn derbarê mijarê de wiha gotiye: “Dema li îdianameyê binêrin, em ê bibînin ku doza Geziyê di rastiyê de, bi temamî ji bo bêdengkirin û cezakirina bersûcan hatiye amadekirin ku bersûc xebat û liv û tevgerên civaka sivîl ên aştiyane û rewa dikirin. Divê dozgerî dest ji tohmetê berde û Kavala û Aksakoglûyî demildest serbest bihêle.” (HA/FD)