Îsraîlê peymana agirbestê ya bi Hamasê re betal kir û di 18ê Adarê de li dijî Xezeyê êrişên berfireh da destpêkirin. Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê berdewam in.
Balafirên şer ên artêşa Îsraîlê di 7ê Nîsanê de li Xezeyê êrişî konê rojnamegeran kiribû û di encamê de nûçegihanê Palestine Todayê Hîlmî el-Fakavî miribû û 9 rojnameger jî birîndar bûbûn.

Artêşa Îsraîlê di 20 rojên dawî de 490 zarok qetil kirin
Ji wan rojnamegeran Ehmed Mensûr bi giranî birîndar bibû. Her weha rojnameger Mensûr jiyana xwe ji dest da.
Duh Ajansa fermî ya Filistînê WAFA mirina rojnamevan Ehmed Mensûr ragihand ku di encama êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser konekî ku rojnamevan li bajarê Xan Yûnisê diman de birîndar bibû.
Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de yên ji 7ê Cotmeha 2023an ve heta niha 211 rojnameger mirine.

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ji 18ê Adarê heta niha hezar û 391 Filistînî di êrişên Îsraîlê de hatine qetilkirin û 3 hezar û 434 kes jî birîndar bûne.
Her weha hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve li Xezeyê de hatin kuştin gihîşt 50 hezar û 752an û ya birîndaran jî bû 115 hezar û 475.
Wezaretê destnîşan kir ku hê li bin xirbeyan û li ber rêyan gelek mirî hene, lê ji ber hêzên ewlehiyê yên îsraîlî nahêlin, tîmên tenduristiyê û yên parastina sivîlan, nikarin xwe bigihînin cenazeyan.

IFJ: Di sala 2024an de 104 rojnameger hatin kuştin
(AY)