Fotograf: Ruken Tuncel / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Berpirsê Weşanê yê Giştê yê rojnameya Agosê Hrant Dînk di salvegera 16an a qetilkirina xwe de li ber Apartmana Sebatê ya li Osmanbeyê hate bibîranîn ku li wir hatibû kuştin.
Hevjîna wî Rakel Dîn, bira û zarokên wî, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, parlamenterên HDPyê Garo Paylan, Sezaî Temellî, Wekîlê Serokê Koma HDPyê Sarûhan Olûç, parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikûlû beşdanî bernameya bibîranînê bûn.
Bi axavtina Bulent Aydinî, yek ji Hevalên Hrantî bernameyê destpê kir. Aydinî got:
"Inyada te, hêviya te bi me re ye"
"Ew ên ku wê rojê jidayik bûn (Yên di sala 2007an de dema Hrant Dink hate kuştin ji dayik bûne) îro li vir in. Me di ûcdanê te de dît ku hemû cudahî dikarin li ba hev bisekinin. Em bi te re ne axparîg, inyada te, hevîya te, wêrekiya te bi me re ye...
"Dîsa dixwazin vê dozê biqedînin. Em careke din li vir biqîrin, 'heta em nebêjin qediya, ev doz wê neqede.' Ev qad ji bo hevalên Hrantî di heman demê de 16 sal in bû meydana edaletê."
#HrantDink katledilişinin 16. yılında anılıyor
— bianet (@bianet_org) January 19, 2023
Anma programında söz alan Hrant'ın Arkadaşları'ndan Bülent Aydın: "Bu davayı yeniden bitirmek istiyorlar. Yine buradan haykıralım 'Biz bitti demeden bu dava bitmez.'"https://t.co/FPSGmmUDA9 pic.twitter.com/RWXlrJIW5o
Kesên beşdarî bernameyê bûn, li ser hev sloganên "Bi tena serê xwe mirov nikare rizgar bibe yan bi hev re yan jî yek ji me rizgar nabe", "Em hemû Hrant in em hemû Ermen in", "Yên kujeran diparêzin şirîkên kuştinê ne" berz kirin.
Piştî axavtina Aydinî, peyama mafparêza ji Afganistanê ya ji bo cudakiriya zayendî ji holê rake, dadwer û Xelatgira Xelata 14an a Hrant Dînkî wergirtiye Shaharzad Akbarê hate xwendin. Ferîde Eralpê peyam xwend û got:
"Em mîrateya Hrant Dînkî bi piştgiriyê tacîdar bikin"
"Jiyan û xebatên Hrant Dînkî li hemû cîhanê ji bo aktivîstan dibe çavkaniya bestê. Bi vê minasebetê ez dixwazim balê bikişîm li ser têkoşîna jinan a li Îran û Afganistanê didin. Jinên afganistanê hest pê dikin ku sax sax tên binaxkirin lê digel vê jî têkoşîna xwe ya li dijî Talîbanê didomînin. Têkoşerên jin bi dizî kar dikin lê dest jê bernadin. Em mîrateya Hrant Dînkî bi piştgiriyê tacîdar bikin.
"Hevalên Hrantî yên azadiya wan ji dest wan hatiye derxistin"
Sînemagera di Doza Parka Geziyê de hatiye girtin Çîgdem Materê jî peyamek şandiye ji bernameyê re. Bîrcan Yorûlmazê peyama Materê xwend:
"Ev du sal in ez nikarim bi we re bim lê ez dizanim dengê min û hemû hevalên min ên nikarin li wê qadê bin, olan dide. "Em ê tevî hemû hevalên Hrantî, Selahattîn, Osman, Gultan, Sebahat ango yên azadiya wan ji dest wan hatiye standin, li wê qadê bin. Em ê bibêjin 'Em li vir in axparîg'."
Piştî peyama Çîgdem Materê hate xwendin, beşdaran slogana "Dîlgirtiyên Geziyê rûmeta me ne" berz kirin.
Bulent Aydin careke din axivî û Tahîr Elçî bibîr anîn. Aydinê got, "Tahîr Elçi jî mîna Hrantî kevokê aştiyê bû."
Saet di 15.00ê de ango di wê saeta hate kuştin de dengê Hrant Dînkî ji hoparlorê bilind bû: "Çavê me ermeniyan di vê xakê de heye. Heye, lewre koka me li vir e. Lê xema nexwin ne ku em ê vê xakê bibin û herin, ji bo em bikevin binê vê xakê."
Derhêner Emîn Alperî metna bernameya yadkirinê ya 16an xwend û got:
"Dîsa dilê me xemgîn e, em dibînin ku ew tarîtiya kujeran ava dike qet belav nebûye lê her diçe tarîtir bûye. 16 sal in hevalê me li ser vê peyareyê razaye.
"Em neçar in çîroka mirovahiyê biguherînin, ji ber ku me soz daye Hrantî. Me ev sîstema ku xwe dispêre kedxwariyê, cudakariyê ava nekiriye lê em dikarin biguherînin.
"Ji bo soza ku em daye Hrantî em bibîr bînin em li vir in. Ji bo pênûsên dîrokê dinivîsin, em ji destê kujeran werbigirin, em li vir in."
Piştî axavtina Alperî strana "Sari Galin" hate strîn û bernameya bibîranîne qediye. (RT/AÖ/FD)