Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê de 7 hezar û 15 kes mirine.
HRANAyê îro di raporekê de hûrgiliyên ziyanên canî yên xwepêşandanên ku 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an dest pê kiribûn belav kirin. Xwepêşandan di roja 50em de didomin.
Li gorî daneyên ajansê, kuştina 7 hezar û 15 kesan hatiye piştrastkirin ku 226 ji wan zarok in û temenê wan di 18an de ye.
25 hezar û 845 kes birîndar bûne
Her weha 214 kes jî ji hêzên ewlehiyê ne û 66 kes jî xwepêşander nebûn ango sivîl bûn.
Li gorî raporê, 25 hezar û 845 welatiyên sivîl birîndar bûne, 53 hezar û 552 kes hatine girtin ango desteserkirin. Di nava van de 144 xwendekar hene. Her wiha hate diyarkirin ku dîmenên ‘’îtîrafa’’ bi darê zorê ya 355 kesan li ser medyaya dewletê hatine weşandin.
HRANAyê destnîşan kir ku ji bilî vê hejmarê, ew li ser kuştina 11 hezar û 744 kesên din jî lêkolînan dikin ku hîn nehatiye piştrastkirin.
(AY)

