Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê de 5 hezar û 459 kes mirine. Ev hejmar nêzîkî 2 hezar û 400 kesan ji daneyên fermî ya hikûmetê zêdetir e.
HRANAyê îro di raporekê de hûrgiliyên ziyanên canî yên xwepêşandanên ku 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an dest pê kiribûn belav kirin.
Li gorî daneyên ajansê, heta duh kuştina 5 hezar û 459 kesan hatiye piştrastkirin ku 60 ji wan zarok in û 208 kes jî ji hêzên ewlehiyê ne.
HRANAyê destnîşan kir ku ji bilî vê hejmarê, ew li ser kuştina 17 hezar û 31 kesên din jî lêkolînan dikin ku hîn belgeyên tam li ser wan nehatine komkirin.
Rewşa birîndar û girtiyan
Ajansê destnîşan kir ku 7 hezar û 403 xwepêşander bi giranî birîndar in.
Her weha HRANAyê aşkere kir ku heta niha li bajarên cuda yên Îran û Rojhilatê 40 hezar û 887 xwepêşander hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê Encumena Ewlehiyê ya Îranê 21ê Kanûna Paşîn di daxuyaniyekê de hejmara qurbaniyan wekî 3 hezar û 117 kes ragihandibû. Li gorî daxuyaniya hikûmetê, ji wê hejmarê "2 hezar û 427 kes xelkê bêguneh û hêzên ewlehiyê bûne."
Li gorî daneyên Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê, di xwepêşandanan de zirar gihîştiye 250 dibistan, 300 mizgeft, 90 navendên zanistî yên Şîeyan û 2 hezar û 221 otomobîlên hêzên ewlehiyê.
(AY)

