Xwepêşandanên ku ji 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ve li seranserî Îran û Rojhilatê ji ber qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî destpêkirine, di roja 19em de berdewam dikin.
Li gorî rapora ku Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) weşandiye di xwepêşandanan de 2 hezar û 615 kes mirin e. Her weha li 187 cihan 606 xwepêşandan pêk hatine.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) daneyên dawî ên bûyeran eşkere kir.
Di çalakiyên 19 rojan ên li Îranê û rojhilatê de zêdetirî 2 hezar û 615 çalakvan hatin kuştin, 2 hezar û 45 birîndar bûn û 18 hezar û 470 çalakvan jî hatin girtin.

HRANA: Di xwepêşandanên Îranê de 2 hezar 550 kes mirin e
Her weha HRANAyê nasnameya 13 xwepêşanderên Kurd ku di dema xwepêşandanên li Îran û rojhilatê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin, aşkere kir:
* Roja 8’ê Kanûnê xwepêşandereke Kurd ê bi navê Keywan Rezayî ku xelkê parêzgeha Kirmaşanê ye, di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetilkirin.
* Xwepêşanderê Kurd ê bi navê Poya Rûstemî ku xelkê gundê Kulam ê li parêzgeha Îlamê ye, di encama gulebarana hêzên rejîmê ya li ser xwepêşandanan de hate qetilkirin.
* Di heman rojê de du welatiyên din ên Kurd ên bi navên Erdeşêr Zarî (40) bavê sê zarokan û xelkê bajarê Dalaho û runiştvanê bajarê Kerecê û Mihemed Seîdî xelkê Serpêla Zehaw a ser bi parêzgeha Kirmaşanê û runiştvanê bajarê Saweyê, di encama gulebarana hêzên Îranê de hatin qetilkirin.
* Roja 8’ê Kanûnê welatiyê bi navê Siyaweş Şêrzad xelkê bajarê Bokanê ku li Tehranê dima, di encama gulebarana hêzên rejîmê de hate qetilkirin.
* Roja 9’ê Kanûnê li bajarê Kerecê di dema xwepêşandanan de welatiyê Kurd ê bi navê Mîlad Hisênî xelkê gundê Zerde ya ser bi navçeya Dalaho a ser bi parêzgeha Kirmaşanê, di encama gulebarana hêzên Îranê de hate qetilkirin.
* Li Tehranê jî di dema xwepêşandanan de welatiyekî Kurd ê bi navê Irfan Elîzade (24) xelkê Lomarî ya ser bi bajaroka Sîrwan a girêdayî parêzgeha Îlamê ye, di encama gulebarana hêzên Îranê de hate qetilkirin.
* Ciwanê Kurd ê bi navê Elî Ebas (18) xelkê Gîlan a ser bi parêzgeha Kirmaşanê li Tehranê dema ku li ser karê xwe bû, di gulebarana hêzên rejîma Îranê de hate qetilkirin.
* Li parêzgeha Esfehanê di dema xwepêşandanan de welatiyekî Kurd ê bi navê Hisên Şêrkol ku xelkê Zerînawa ya ser bi navçeya Dêhloran a girêdayî Îlamê ye, di gulebarana hêzên rejîma Îranê de hate qetilkirin.
* Li Tehranê welatiyekî Kurd ê bi navê Diyar Purçerîq (32) ku xelkê bajarê Selmasê ye, di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin.
* Ciwanê Kurd ê bi navê Rêbîn Mûradî (17) ku xelkê bajarê Selas Babacanî ku li Tehranê dijiya, di dema xwepêşandanan de hate qetilkirin.
* Dr. Mihemed Resul Merdux (45) xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin, piştî çend saetan hat qetilkirin.
* Xwendekarê Zanîngeha Mîsîna ya Îtalyayê, Yasîn Mîrzayî li parêzgeha Kirmaşanê di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de hate qetilkirin.
(AY)

