Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Şemzînanê bi êrîşekê deh leşker û pênc sivîl hatibûn kuştin, HPGyê(Hêzên Parastina Gel) da zanîn ku êrîşa li Şemzînanê hatî kirin wê kiriye.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê(ANF) êrîş kesekê ji Wanê yê bi navê Mümin Aras pêk aniye.
HPGyê da zanîn ku ev êrîş ji ber şertên girtîgehê yên Abdûllah Ocalanî, li Geverê kuştina çar kesan û operasyonên li Çelê û Geverê hatiye kirin.
Piştî ku Bînalî Yildirimê serokwezîr eşkere kir ku di êrîşa bi bombeyan a li Şemzînanê de 18 kes mirine, Walîtîya Colemêrgê da zanîn ku di êrîşê de 15 kes mirine.(EKN/MB)