Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
HPGyê daxuyaniyek weşandiye û berpirsiyariya çalakiya ku di 26ê Îlonê de li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê pêk hatiye, girtiye stûyê xwe. Di encama çalakiyê de polîsek miribû, yek jî birîndar bûbû.
Navenda Ragihandinê ya HPGyê di daxuyaniyê de diyar kiriye ku çalakî "bersivek li dijî zextên li zindanan, komkujiyan û êrişên bi çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla ye."
HPGyê gotiye ku daxuyaniya Wezareta Karûbarên Hundir ya derbarê Dilşah Ercanê de jî ne rast e. Diyar kiriye ku ev nav ne rast e û "Dîlara Urpera nasnav Sara Tolhildana li Şirnexê ji dayik bûye û Emel Feremez Hisêna nasnav Rûken Zelal a ku li Qamişloya Rojava ji dayik bûye" çalakî pêk aniye.
Derbarê daxuyaniya Wezaretê de HPGyê daxuyaniya xwe bi van gotinan dewam kiriye: "Hikûmeta AKP-MHPyê tevî ku dizane hevala me Zozan Tolan tev li vê çalakiyê nebûye jî bi zanebûn navê hevala me Zozan da û xwest vê yekê ji bo zextê li malbatê û derdora wê bike, weke amûrekê bi kar bîne. Tu eleqeya hevala me Zozan bi vê bûyerê re nîne, ew li ser erka xwe ye. Hikûmeta AKP-MHPyê ji ber vê çalakiyê gelek kes binçav kir, zext û îşkence li gel kir û hewl da tolê ji gel hilîne."
Êrîşa li Mêrsînê
Li Mêrsînê di 26ê Îlonê de li dijî mala polîsan çalakiyek pêk hatibû. Di encamê de polîsê bi navê Sedat Gezer miribû. Polîsek birîndar bûbû.
Wezareta Karûbarên Navxweyî diyar kiribû ku du jinan gule bera polîsan dane û bombeyên di çenteyên wan de bûn teqandine.
Êrîşkar miribûn û Wezîrê Karûbarên Navxweyî çûbû Mêrsînê. Li vir diyar kiribû ku PKKyê çalakî pêk aniye.
Wezaretê paşê daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û diyar kiribû ku nasnameya êrîşkarekê diyar bûyê û ew jî Dilşah Ercan e. (HA/FD)